Sirbîstan. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li cîhanê heta niha 3 milyon û 658 hezar û 266 kes bi nexweşiya covid-19ê ango koronavirusê ketine. Dîsa 252 hezar û 564 kes ji ber vê nexweşiyê mirine. Nexweşî cara yekem di 31ê Adara 2019an de hate bihîstin û piştî wê li hemû cîhanê belav bû.
Li gorî zanyariyên dawî li Tirkiyeyê heta niha testa milyonek û 171 hezar û 138 kesî hatiye kirin. 127 hezar û 659 kes bi vê nexweşiyê ketine. Hejmara miriyan gihîştiye 3 hezar û 461 kesan.
Îtalya
Li Ewropayê nexweşiyê herî zêde bandor li Îtalyayê kiriye. Liv tedbîrên ku hatine standin jj îro û pê ve wê gav bi gav werin rakirin.
Îro qonaxa duyem a têkoşîna bi Covid-19ê dest pê kiriye. Piştî demeke dirêj li qadên civakî liv û tevgereke zêde pêk hatiye.
Li Parka Villa Borghese ya Romayê, paytexta Îtalyayê, niştecih li ser gîhayî pal dane û hinan jî spor kiriye. Li welêt di 24 saetên dawiyê de 195 kes mirine. Hejmara miriyan li ser hev gihîştiye 29 hezar û 79an.
Fransa
Hejmara miriyan gihîştiye 25 hezar û 201î.
Saziya Tenduristiya Gelî ya Fransayê daxuyaniyek weşandiye û gotiye, di 24 saetên dawiyê de hezar û 199 kes mirine. Hejmar li ser hev gihîştiye 203 hezar û 253 kesan.
Ji ber nexweşiyê dermankirina 3 hezar û 696 kesî li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Li ser hev 25 hezar û 548 kes tên dermankirin. 26 roj in ku hejmara kesên li beşên nexweşiyên giran tên dermankirin kêm dibe. Hejmara kesên piştî dermankirinê baş bûne gihîştiye 51 hezar û 371ê.
Spanya
Di 24 saetên dawiyê de 164 kes mirine. Ji 18ê Adarê û vir ve hejmara miriyan her roj kêm dibe. Heta niha li ser hev 25 hezar û 428 kes mirine.
Li welêt destûr hatiye dayîn ku restoran û dikanên biçûk werin vekirin. Salonên porbiran piştî vê gavê tijî bûne.
Şîlî
Ji ber nexweşiyê zêdetirî 150 perûyiyên ku li Santiago, paytexta Şiliyê dimînin dixwazin vegerin welatên xwe. Ev kes li ber konsolxaneya Perûyê zêdetirî du hefteyan e di konan de dimînin. (PT/FD)