Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî hûrgiliyên qedexeya derketina derve aşkere kiriye. Qedexe wê 30ê Nîsanê saet di 00.00ê de dest pê bike û 3yê Gulanê heta saet 00.00ê berdewam bike.
Li gorî biryara Wezaretê di 1ê Gulanê de markêt û mêwefiroş dê ji saet 09.00 heta 14.00ê vekirî bin û di 2 û 3yê Gulanê de dê girtîbin. Bi boneya remezanê roja pêncşembê saetên karkirina market û mêwefiroşan weke 08.00-23.00 hatine cîgirkirin.
Her weha di di biryarê de hatiye destnîşan kirin, "Welatî bi merca bê wesayit, dikarin herin market û mêwefiroşên nêzîkî îqametgahên xwe."
Bajarên ku ji bo 3 rojan biryara qedexeya derketina derve hatiye stendin ev in: Edena, Enqere, Antalya, Aydin, Balkesir, Bursa, Denizlî, Eskişehir, Hatay, Stenbol, Îzmir, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Mersîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Tekirdag, Trabzon, Amed, Erzerom, Dîlok, Meraş, Meletî, Mêrdîn, Riha, Wan û Zongûldak. (EKN/AY/FD)