Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê di daxuyaniyê de eşkere kiriye, li Girtîgeha Bûcayê ya Îzmîrê testa girtiyekî ya Covîd-19ê hatiye kirin û hatiye dîtin ku ew kes nexweş e.
Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarî ya Îzmîrê, girtiyê bi navê H.A di 13ê Nîsanê de ji ber zikçûn û bêhaliyê şandine nexweşxaneyê. Piştre testa wî hatiye çêkirin û hatiye dîtin ku nexweşî li wî peyda bûye. H.A di Girtîgeha Girtî ya Bûcayê de girtî ye.
Her weha di daxuyaniyê de hatiye gotin:"Girtiyên ku di qawîşa H.Ayî de dimînin yên edlîne. Ew ji bo nexweşxaneyê hatine şandin. 62 girtiyên ku nîşaneya nexweşiyê li wan peyda bûye li nexweşxaneyan di bin kontrolê de ne û rewşa wan baş e." (TP/AY/FD)