Uskudar. Fotograf: Ferid Demirel / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî ji bo qedexeya derketina derve ya 31 bajarî ji walîtiyan re giştîname şandiye.
Li gorî gîştinameyê ji bo ku xizmetên giştî yên mecbûrî bidomin dê sazî û dezgehên giştî û firoşgeh di dema derketina derve de vekirî bin.
Vê carê di dema qedexeya derketina derve de belavkirina rojnameyan ji malan re wek serwîs jî hate diyarkirin. Belavkariya rojnameyan dê bi tenê ji hêla erebeyên belavkariyê yên şîrketên rojnameyan ku bi awayê dorveger dixebitin, bayîyên ava vexwarinê yên ku werin diyarkirin û Yekîneyên Desteka Sosyal ên Vefayê ve bê kirin.
Li gorî giştînameyê ji bo anîn û birina peywirdarên giştî ya nav bajaran dê ji hêla şaredariyan ve bergiriyên hewce bên girtin.
Kesên ku pabendî biryaran nebin dê di çarçoveya xala 282’yemîn a Zagona Umumî Hifzissihha de cezayê pere were dayîn û li gorî rewşa binpêkirinê di çarçoveya xalên zagonê yên têkildar de tedbîrên hewcedar bên pêkanîn, têkildarî tevgerên ku dikevin çarçoveya sûc jî dê li gorî xala 195’an a Zagona Ceza ya Tirkî kar û barên pêwîst dest pê bikin.
Li 31 bajarê mezin û bajarê Zongûldakê qedexeye
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxweyi qedexeya derketina derve 17ê Nîsanê di saet 24.00an de destpêdike heta saet 24.00ê 19ê Nîsanê didome.
Bajarên ku derketina derve lê hatiye qedexekirin ev in:
Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Bûrsa, Denîzlî, Amed, Erzîrom, Eskîşehîr, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Maniîa, Mêrdîn, Mersîn, Mugla, Ordû, Sakarya, Samsûn, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan û Zongûldak e. (AS/AY/FD)