Kolombiya: Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor zanyariyên Worldometersê rewşa dawî ya li cîhanê weha ye:
Hejmara nexweşan: 2 mîlyon 88 hezar û 240.
Hejmara miriyan: 134 bin 720.
Hejmara kesên baş bûne: 515 bin 854.
Li DYAyê hejmara miriyan ji 30 hezarî derbas bûye
Li gor daneyên Zanîngeha Johns Hopkînsî li DYAyê hejmara kesên ku ji ber virusa Covîd-19ê mirine ji 30 hezarî derbas bûne.
Li tevahiya wî welatî heta niha ji ber Covîd-19ê 30 hezar û 844 kes miriye û 637 hezar û 716 kes jî bi vîrusê ketiye.
Donald Trump, Serokê DYAyê eşkere kiriye, li gor zanyariyên ku di destê wan de ne hejmara nexweşan asta herî jor dîtiye û niha jî em dibin ku hejmara nexweşan kêm dibin.
YE li ser sepaneke telefonê kar dikin
Ji ber vîrusa Covîd-19ê jiyan tevizîye û Welatên Yekitiya Ewropayê(YE) jî dixwazin weke berê jiyanê hêsantir bikin. Ji ber vê jî niha li ser sepanekî telefonê kar dikin.
Hatiye eşkere kirin bi vê aplîkasyonê dixwazin, têkilîyên kesên bi vîrus bi yên din re derxe hole. Li ser mafên nepenî yên takî û zanyariyan nîqaş çêbûye.
Her weha ev sepana niha li Sîngapûrê tê bikaranîn û li Fransa û Îngilistanê jî rewşa lêkolînê de ye.
Li Kolombîyayê baregehên leşkeri hatine dermankirin
Li Bogotaya paytexta Kolombiyayê di çarçoveya tekoşîna li dijî Covîd-19ê de baregehên leşkeri hatine derman kirin.
Koreya Başûr yekem welate ku di dema şewbê de hilbijartinê dike
Koreya Başûr yekem welate ku di dema şewba vîrusa Covîd-19ê de hilbijartinên giştî pêktînin. Xelkên wî welatî îro çûn ser sindoqan.
Li İspanyayê gengeşiya amûrên henasedanê
Hatiye eşkere kirin Îspanyayê ji Îsraîlê 30 amûrên henasedanê xwestiye lê ew amûrana nehatiye şandin.
Luca Arancha Laya, Wezîrê Karêderveyî yê Îspanyayê roja yekşema borî bi Yîsrael Katz, Wezîrê Karê Derveyî yê Îsraîlê re li ser mijara amûrên henasedanê axiviye û destnîşan kiriya wan pêş ragihandina qedexeyên bazirganiya derve daxwaza amûran ji rêvebiriya Tel Avîvê kirine
Li Fransayê hejmara mirîyan ji 17 hezarî derbas bûye
Li Fransayê heta niha hejmara kesên ku ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine gihaştîye 17 hezar û 167 kesan.
Jerome Salomon, Rêvebirê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê di civîna çapemeniyê de eşkere kiriye û gotiye, di 24 saetên dawî hejmara nexweşan bi zêdebûna 4 hezar û 560 kesan ve gihaştiye 147 hezar û 863 kesan. Her weha jê 6 hezar û 457 di ûniteya nexweşîyên girande ne, 31 hezar û 779 kes di nexweşxaneyan de tên dermankirin. Cara yekeme hejmara kesên di nexweşxanê de ne kêm dibin.
Salomonî destnîşan kiriye, di 24 saetên dawî de bi zêdebûna 2 hezar û 195 kesan ve 31 hezar kes baş bûne.
Civîna NATOyê bi video konferansê pêk hatiye
Civîna Wezîrên Berevanîyê yê NATOyê ji ber vîrusa Covîd-19ê bi awayê video konferansê pêkhatiye. Hûlûsî Akar, Wezîrê Berevanîyê yê Tirkiyeyê di Fermangeha Wezaretê de beşdarî civînê bûye. (PT/AY/FD)