Bûdapeşte. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî zanyariyên ku Zanîngeha Johns Hopkinsî belav kiriye li cîhanê hejmara kesên ku bi nexweşiya Covid-19ê ango bi koronavirusê ketine ji 2 milyonan derbas bûbû.
Ev hejmar îro jî zêde bûye. Li gorî daneyên ku Worldmetersê weşandine 126 hezar û 782 kes mirine.
Dîsa li gorî daneyan heta niha 484 hezar û 979 kesên nexweş, piştî dermankirinê baş bûne. Lê hê jî ew lêkolîn berdewam dikim ku bê ka kesên baş bûne wê dîsa bi nexweşiyê bikevin an na.
Ewropa: Banga hevkariyê hatiye kirin
Komisyona Ewropayê bang li welatên Ewropayê kiriye û gotiye ku dema bergirî sivik kirin, divê hevkarî û diyalog di navbera wan de hebe.
Komisyonê di daxuyaniya xwe de gotiye heke di vê pêvajoyê de têkçûn çêbibe wê şewb careke din derkeve û belav bibe.
DYA: Morgên ji konteyneran ên nû hatine amadekirin
Li DYAyê hejmara miriyan gihîştiye 23 hezar û 649an.
Nexweşiyê li Cîhanê herî zêde bandor li DYAyê kiriye. Ji ber wê ye ku her roj hejmara miriyan û nexweşan zêde dibe. Ji ber nexweşiyê morgên nû ji kontenyeran çêkirine û wê wan bibin nexweşxaneyên li New Yorkê.
Almanya wê îro biryarê bide
Li Almanyayê îro nîqaşa wî tiştî tê kirin ku divê dikan û dibistan kengî bên vekirin. Serokwezîrên eyaletan wê îro li gel Şansolye Angela Merkelê bicivin û biryara vî tiştî bidin.
Di 24 saetên dawî de li Almanyayê 301 nexweşên din mirine. Hejmara miriyan gihiştiye 3 hezar û 495an.
2 hezar û 138 kesên din nexweş ketine û bi vê hejmarê re hejmara nexweşan gihîştiye 132 hezar û 210 kesan.
Li Almanyayê 68 hezar û 100 kes piştî nexweşiyê baş bûne. Nexweşiyê herî zêde bandora xwe li Bavyerayê kiriye.
Awistirya: Hin dikan û kargeh hatine vekirin
Li dijî belavbûna koronavirusê Awistirya tundtirîn tedbîr wergirtine. Di encama vê têkoşinê de welêt ber bi asayîbûnê ve diçe û kargehên ku mezinahiya wan di bin 400 metrokareyî de bin wê bikaribin bên vekirin. Her weha park û bexçe jî wê bên vekirin. Li Awistiryayê 384 kes mirine.
Li Bûdapeşte, paytexta Macaristanê tunelek ji ber nexweşiya koronavirusê bi dezenfektanê hatiye paqijkirin.
Hindistan: 21 rojan derketina derve qedexe ye
Li Delhiya Nû, paytexta Hindistanê 21 rojan wê derketina derve qedexe be. Xwarin li kesên hewcedariyên wan hene û karkerên penaber ên li kêleka Çemê Yamûnayê dijîn hatiye belavkirin.
Yewnanistan: Qedexeya derketina derve berdewam dike
Ji ber biryara qedexeyê ya derketina derve li Atînayê kêm kes li derve hene. Tenê kesên bi destûrên taybet dikarin derkevin derve ew jî bi şertê bikaranîna maskeyan derdikevin.
Li welêt 101 kes mirine û 2 hezar û 170 kes jî nexweş in. (PT/FD)