Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Arnavûtkoy navçeya Stenbolê di saet 02.56an de erd hejiyaye.
Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD) aşkere kiriye ku erdhej saet di 02.56 xulekan de bi pileya 3,8ê li navçeya Arnavutkoyê pêk hatiye.
Her weha Resetxaneya Kandilliyê û Esnîtituya Lêkolînên Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçiyê jî erdhej bi pileya 4,1ê pîvaye.
AFADê eşkere kiriye û gotiye, erdhej 14 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye û Enstîtûyê jî gotiye 17,6 kîlometre di bin erdê de bûye.
Bandora erdhejê li gelek navçeyê Stenbolê bûye. (TP/AY/FD)