* Fotograf: Onur Pazarlı
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rapora Penaberên Karker ya Komeleya Karkerên Qondire, Tekstîl û Çerman qala zorkêşî û zehmetiyên ku penaberên karker di rojên şewbê de rûbirû dibin, dike.
Endamên Komeleyê ji bo raporê li Kargehên Pêlavçêkirinê yên li Işıkkentê, Sûka Tekstîlvanan a MTKyê ên Bornovayê, li kargehên tekstîl û çerman ên Basmanayê û atolyeyên tekstîlan ên Karabaglarê 19 jê jin bi 100 karkeran re axivîne. Ev xebat di navbera 2 û 13ê Adara 2020an de pêk hatiye.
77 karker sûriyeyî, 12 afgan, 6 îranî û 5 jî iraqî bûne.
10 karkeran gotine ew 3 sal in, 14 ji wan gotine 4 sal in, 27an gotine 5 sal in, 34an gotine 6 sal in û 15yan jî gotine ew 7 sal in li Tirkiyeyê ne.
Li gor raporê saetên karkirinê yên karkeran weha ne:
“ Me saetên karkirinê ji karkeran pirsî ji wan 35 kesî gotine em rojê kêmzêde 9-10 û 65 karkerî jî gotine em 11-12 saetan dixebite. Karkeran di bersivên xwe de gotine em li xebata piştî 8 saetan heqdestên xwe nagirin. Her weha karkeran bersiv nedaye pirsiyarên ku dema karkirinê di bin 8 saetan da ye.
“ji sedî 40ê karkeran weke maeş kemtirîn mûçe werdigirin, ji sedî 10ê wan li ser kêmtirîn mûçeyê pere dikeve destên wan. Karkeran destnîşan kiriye, li gor karkerên Tirkiyeyî, ew 200-250 TLyî kêmtir maeş digirin.
“100 karkerî rapirsî bersivandiye. Hemûyan jî gotine qeyda me ya ewlekariyê ya civakî nîne û roja pirîma sigorteyê ya 100 karkerî jî sıfır e. Çi karkerekî cîhê ku lê dixebite rastî kontrolkirin û çavdêrîya dewletê nehatine.”
Gotinên nefretkirinê kî bikartînin
“Gotinên nefretkirinê û kêmdîtin kî bikartînin ? di bersiva vê pirsiyarê de ji karkeran 52an gotine xwedîkar, 48an gotine ostayê wan, 35an gotine karkerên Tirkiyeyî yên ew pêre kar dikin û 55an gotine, em ji aliyê karkerên din ve rastî gotinên nefretkirinê têne. (AS/AY/FD)