Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Zanyariyên rojane yên derbarê Covîd-19ê de di malpera Wezareta Tenduristiyê de hatiye eşkere kirin.
Li gorî zanyariyan duh di 24 saetên dawîn de ji bo 35 hezar û 720 kesan test hatine kirin, 4 hezar û 789 nexweşên nû hatine tespîtkirin, 97 kes mirine û 481 kes jî piştî dermankirinê baş bûne û ew şandine malên wan.
Li gor daxuyaniyê li tevahiya Tirkiyeyê heta niha ji bo 376 hezar û 100 kesan test hatine kirin. 56 hezar û 956 nexweş hene û 1198 kes jî ji ber vîrusa Covîd-19ê mirine.
Her weha 1665 kes di uniteya nexweşiyên giran de tedawiyê dibinin, 978 nexweşên entube hene û 3 hezar û 446 kes jî piştî dermankirinê baş bûne û ew şandine malên wan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tenduristîyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê weha nivîsiye: " hejmara nexweşên ji bo uniteya nexweşiyên giran têne guhestin kêm bûne û hejmara nexweşên hatine entube kirin jî kêm bûye. Bi zêdetir çêkirina testan re zêdetir nexweş têne tespîtkirin û têne îzole kirin. Em di tedawî kirinê de bihêzin. Lê belê ev tekoşîna nek li nexweşxaneyan bi sekna li mal bi ser dikeve." (DB/AY/FD)