Fotograf: AA/Arşiv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekitiya Doktorên Tirkan (TTB) rahihandiye, ku Wezareta Tenduristiyê di raporên xwe de mirinên ji ber şewba vîrûsa koronayê li gor kodên ku Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî (WHO) pêşniyar kiribû, nanivîse. Ji ber vê hevrastîyekê di navbera hejmara nexweş û mirinan de nîne.
TTByê di malpera xwe ya fermî de destnîşan kiriye û gotiye, ji ber ku rêjeya mirinan zêde nabe cîhê kêfxweşîyê ye lê ev rastî li gor dane û rêjeyên welatên cîhanê yên din naguncin.
TTByê di daxuyaniyê de xwestiye û gotiye: "Mirinên ji meha Sibatê pê ve pêkhatîye divê carekî din li qeydên wan bê temaşekirin. Divê belgeyên mirinan bi şêweyekî rêk û pêk bê sazkirin û divê ji bo analîzên epidemiyolojik û xebatên tenduristîya gel ahagîyên bi bawer pêkbînin " .
Herweha TTByê destnîşan kiriye, ku ger qeydan ji wan re veke amade ne ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. (TP/AY/FD)