Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hejmara nexweşan gihîştiye 34 hezar û 109an, 725 kes mirine
Wezîr Kocayî aşkere kiriye ku duh li Tirkiyeyê 76 kes mirine û 3 hezar û 892 nexweşên nû hatine tespîtkirin.
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê, piştî civîna Lijneya Zanistê, civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Kocayî di civînê de behsa îzolasyonê ya di têkoşîna li dijî Covid-19ê de kiriye û gotiye ku di vê qonaxê de pêwistiyên cida derketine holê. Di vê encamê de bi navê Lijneya Zanistên Civakî lijneyeke nû ava kirine.
Kocayî destnîşan kiriye ku rojane hejmara testan zêde dibin û bi vê re jî hejmara nexweşan zêde dibe. Kocayî gotiye ku hefteya pêş wê hejmara testan 30 hezarî derbas bike.
Kocayî diyar kiriye ku baweriya herkesî bi hêza sîstema tenduristiyê heye û ew kesên ku li malên xwe tên îzolekirin wê bi rêyên dîjîtal bên şopandan.
Wezîrê Tenduristiyê amarên dawiyê par ve kiriye
Li gorî van zanyariyan duh ji bo 20 hezar û 23 kesan test hatine kirin. 3 hezar û 892 nexweşên nû hene. 76 kes mirine. 256 kes jî piştî dermankirinê baş bûne û ew şandine malên wan.
Heta niha ji bo 222 hezar û 868 kesan test hatine kirin. 34 hezar û 109 kes nexweş in. 725 kes mirine. 987 kes entube ne. Hezar û 474 kes di beşên nexweşiyên giran de tên dermankirin. Hezar û 582 nexweş piştî dermankirinê baş bûne û ew şandine malên wan.
“Nexweş herî zêde li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Kocaelî, Sakarya û Zonguldakê ne”
Wezîr Kocayî di daxuyaniya xwe de aşkere kiriye ku nexweş herî zêde li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Kocaelî, Sakarya û Zonguldakê ne.
Her weha herî zêde mêr nexweş in. Kesên temenê wan di navbera 20 û 65an de herî zêde nexweş in. Temenê kesên ku mirine di navbera 60 û 85an de ye. (EKN/FD)