Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê nexweşiya koronavîrusê (Covid-19) da li ser malpera xwe ya fermî aşkere kirine.
Li gorî van amaran di nava 24 saetên dawiyê de 3 hezar û 148 kesên din nexweş ketine. 75 kes jî mirine.
Di heman dene de testên 21 hezar û 400 kesî hatine kirin.
Wezaretê diyar kiriye ku heta niha testên 202 hezar û 845 kesî qediya ye. Di nava vê demê hejmara nexweşan li ser hev 30 hezar û 217, hejmara miriyan jî 649 e.
Dermankirina hezar û 415 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dikin. Hejmara nexweşên ku bêyî cîhazekên nikarin bêhna xwe bidin bistînin 966 e. Heta niha hezar û 326 nexweş jî saxlemiya wan baş bûye û çûne malên xwe. (EKN/FD)