Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Boris Johnson, Serokwezîrê Ingilîstanê 10 roj berê encama testa wî ya Covîd-19ê pozitiv derketibû, ji ber ku 10 roje şewata wî nakeve, duh rakirine nexweşxaneyê.
Encamên testa Covîd-19ê ya Boris Johnson, Serokwezîrê Ingilîstanê berî niha pozitîv derketîbû û duh şev (5 Nîsanê) ew rakirine nexweşxaneyê.
Di daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîriya Ingilîstanê de hatîye gotin, "Serokwezîr li ser pêşniyaza doktoran vê êvarê bi mebesta testan rakirin nexweşxaneyê."
Hatîye ragihandin, ku nîşaneyên Covîd-19ê li Serokwezîrê 55 salî didomin û rakirina wî ya nexweşxaneyê bi mebesta tedbîrê ye.
Johnsonî ji ber şewat û kuxikê di 27ê Adarê de testa wî ya Covîd-19ê hatibû kirin û encam testê pozîtîv derketibû û ji wê demê ve xwe îzole kiribû. (TP/AY/FD)