Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tendirustiyê aşkere kiriye ku di 24 saetên dawiyê de 3 hezar û 135 kesên din bi nexweşiya Covid-19ê ketine, 73 kes mirin, hejmara pêketiyan gihiştiye 27 hezar û 69an, ya miriyan jî 574an. Hejmara kesên ku dermankirina wan a Covid-19ê qediya û taburcî bûn jî gihişt 1042an.
Li gorî daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya wezaretê, îro 20 hezar û 65 test hatin kirin. Di vê çarçoveyê de 3 hezar û 135 pêketiyên Covid-19ê hatin tesbîtkirin.
Di 24 saetên dawîn de 73 kesan canê xwe ji dest da, 256 nexweş jî hatine dermankirin û ji nexweşxaneyan hatine derxistin.
Hejmara giştî ya testan gihişt 181 hezar û 445an, hejmara pêketiyan jî gihişt 27 hezar û 69an. Heta nuha 574 kesan wefat kiriye. Hezar û 281 nexweş di beşa nexweşiya giran de ne. Bi giştî 1381 nexweşên entube hene. Hejmara kesên ku dermankirina wan a Covid-19ê qediya û taburcî bûn jî gihişt 1042an. (DB/FD)