*Washington. Fotograf: AA.
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sê meh li ser destpêkirina nexweşiya Covid-19ê ango vîrusa koronaya nû derbas bûye.
Heta niha li seranserê cîhanê mîlyonek û 18 hezar û 920 kes bi nexweşiya Covid-19ê ketine. Hejmara miriyan jî gihîştiye 53 hezar û 292 kesan. Heta niha 213 hezar û 525 kes hatine dermankirin û baş bûne.
Li Fransayê ji ber Paskalyayê tedbîrên nû hatine stendin
Li Parîsê paytexta Fransayê li dawîya hefteyê dê betlaneya paskalyayê destpê bike. Herweha dezgeyên polîsan eşkere kirîye, ewê tedbîrên hatûçûnê zêdetir bikin û gotiye, kesên ku ji bo betlaneyê bixwazin ji Parîsê derbikevin û bên girtin dê ceza lê were birîn. Piştî ku ceza lê hat birîn dê wan kesan bi şun ve bişînin malen wan.
Herweha dê rê neyê dayîn welatî ji bo sefera trên û firokeyan bikarbînin
Li Fransayê di nava meha Adarê da qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.
Li Îtalyayê Birca Pîsayê vik û vala ye
Ji ber vîrusa Covîd-19yê meydana Mîracolîyê û Birca Pîsayê ya bajarê Pîsaya Îtalyayê vala mane.
Li Îtalyayê li gor agahîyên fermî heta niha hejmara pêketîyên vîrusa Covîd-19yê geyîştîye 115 hezar û 242 kesan û hejmara mirîyan jî geyîştîye 13 hezar û 915 kesan.
Li Caracasa Venezûelayê kolan xalî ne
Li Venezûelayê nêzîkî 32 mîlyon kes dijî û ji ber vîrusa Covîd-19yê di 15ê Adarê da li 7 herêmên wî welatî karantîna hatibû ragihandin. Bi zêdebûna nexweşên vîrusê ve li tevahîya wî welatî biryara karantînayê hatibû stendin.
Piştî biryara karantînayê, kolan û cadeyên Caracasa paytexta Îtalyayê vala mane.
Li DYAyê hişyarîya welatî guh nadin tewsîyeya
Doktor Deborah Birx, di Hêza Wezîfedarên Tekoşîna li dijî Covîd-19yê ya Qesra Spîde cîh digire dîyar kirîye, li DYAyê hemû kes tedbîran pêknayînin û gotîye: "Dema em li daneyên mirî û berketîyên vîrusê temaşedikin em dibinin ku Amerîkî hemû tedbîran pêknayînin. Ev rewşeke cidî ye."
Li DYAyê heta niha 245 hezar û 373 kes bi vîrusê ketine û 6 hezar û 095 kes jî ji ber vîrûsê mirine.
Komara Domînîkê
Li Komara Domînîkê heta niha 60 kes ji ber vîrusa Covîd-19yê mirine û 1308 kes jî bi vîrusê ketine. (PT/AY/FD)