* Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara piştevanîya kûrewî û zêdekirina hevkarîya navneteweyî ya li dijî vîrusa Covîd-19yê pesend kirîye. Herweha banga girtina vê biryarê bere hatibû kirin.
Biryarname ji alîyê Norweç, Îsvîçre, Sîngapur, Endonezya, Lîhtenştayn û Ganayê ve hatîye amadekirin. Di Desteya Giştî ya NYê da 188 welat bûn sponsorê biryarê. Herweha 193 welat endamê Desteya Giştî NYê ne.
Yekem care NYyê derbarê şewba virûsa koronayê da biryarê distîne.
Divê rêz li mafê mirovan bê girtin
Di banga stendina biryara piştevanîya kûrewî û zêdekirina hevkarîya navneteweyî ya li dijî vîrusa Covîd-19yê da hatîye destnîşan kirin, ku di tekoşîna li dijî vîrusa Covîd-19yê de divê li dijî cûdakarî, nijarperestî û dijmintîya bîyanîyan jî rawestin û rêz li mafên mirovan bên girtin.
Pêşnûmaya Rûsyayê nehatîye qebûlkirin
Rûsyayê pêşnûmeyek pêşkeşî Desteya Giştî ya NYyê kirîye û di pêşnûmeyê de hatiye gotin li dijî zehmetî û alozîyên ku vîrusa Covîd-19yê bi xwe re anîye em dawî li şerê bazirganîyê bînin. Herweha li pêşnûmeyê de hatîye dîyarkirin, divê bê biryara Konseya Ewlekarîyê ya NYê bila hîç welatek bi biryara xwe nikaribe ambargoyê bibe ser welatekîn din. Lê ev pêşnûmaya Rûsyayê nehatîye qebûlkirin. (TP/AY/FD)
Çavkanî: AA