Empire State. Foto: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Sê meh li ser destpêkirina nexweşiya Covid-19ê ango vîrusa koronaya nû derbas bûye.
Heta saetên sibehê ên roja pêncşemê (2yê Nîsana 2020an) li seranserê cîhanê 937 hezar û 941 kes bi nexweşiya Covid-19ê ketine. Hejmara miriyan jî gihîştiye 47 hezar û 273 kesan. Heta niha 195 hezar û 188 kes hatine dermankirin û baş bûne.
Li Ingilîstanê piştî tedbîran hejmara nexweşan kêmtir bûye
Boris Johnson, Serokwezîrê Ingilîstanê di destpêka rojên nexweşiyê de aşkere kiribû ku ew ê biryara karantînayê nedin lê di 24ê Adarê de neçar mabûn û biryara karantînayê dabûn.
Zanyarên Dibistana Hijyen û Tropîlak Tipê ya Londonê bi rêya înternetê lêkolînek pêk anîne. Ji bo vê lêkolînê pirs ji 300 kesan kirine. Li gorî encama vê lêkolînê ji sedî 70 hevdîtina xizman, hevalan û cîranan kêmtir bûye. Derketiye holê ku bi vê re hejmara kesên nû bi nexweşiyê ketine kêmtir bûye.
DYA: Hejmara miriyan ji 5 hezaran zêdetir bûye
Li seranserê DYAyê 25 hezar û 344 kes nexweş ketine. Heta niha 5 hezar û 112 kes mirine.
Herî zêde bandor li New Yorkê bûye. Liv ir hejmara miriyan gihîştiye 2 hezarî. Zêdetirî 12 hezaran kes ji ber vîrusê birine nexweşxaneyan û zêdetirî 3 hezarî jî li beşên nexweşiyên giran tên dermankirin. Andrew Cuomu, Waliyê New Yorkê diyar kiriye ku ji ber virusê 1941 kes mirine.
Rûsya: Tedbîr hatine zêdekirin
Li seranserê Rûsyayê 3 hezar û 548 kes nexweş in. Heta niha 30 kes mirine.
Hollanda: Dema tedbîran hatiye dirêjkirinx
Li Hollandayê di 24 saetên dawiyê de 134 kes ji ber Covid-19ê mirine. Bi vê re hejmara giştî derektiye hezar u 173yan.
Dema tedbîran li welêt ji 6ê Nîsanê heta 28ê Nîsanê hatiye dirêjkirin. Dibistan wê heta dawiya gulanê girtî bimînin.
Îspanya: Tenê destûra kirîna alavan heye
Piştî Îtalyayê bandora nexweşiyê herî zêde li Îspanyayê bûye. Hejmara nexweşan 104 hezar û 110 e. 9 hezar û 387 kes jî mirine.
Li Îspanyayê ji ber nexweşiyê li kolanên Madrîdê tenê ji bo çûna marketan û dermanxaneyan destûr tê dayîn.
Kuba: Meşa 1ê Gulanê hatiye betalkirin
Hikûmeta Kubayê ragihandiye ku ji ber metirsîya belavbûna vîrusa koronaye meşa 1ê Gulanê hatiye betal kirin. Meşa 1ê Gulanê yek ji çalakîyên herî girîng yên dewleta Kuba ye.
Serokê Kuba Miguel Diaz-Canel dîyar kir ku hemwelatî dikarin di wê rojê de li malê bimînin û bi lidarxistina ala welêt 1ê Gulanê pîroz bikin. Kuba hemî firînên bazirganî rawestandibûn û komeke li herêma Pinar del Rioa bi temamî xistibû bin karantînayê.
Li gor jêderên fermî, li Kuba hejmara pêketîyên vîrusa korona 200 e û wê vîrusê 6 kes kuştine.
Li Hewlêrê 2 kesên din tûşî koronayê bûne
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku du kesên din li Hewlêr a paytext bi vîrusa Covid-19ê ketine.
Li gor wezaretê, yek ji tûşbûyan jin û yê din zilam e.
Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, bi herdu haletên nû yên tûşbûnê, ji destpêkê ve heta niha 190 kes bi vîrusa COVID-19 ketine.
Herwiha ji wê hejmarê, heta niha 61 kes baş bûne û tenê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rêjeya herî zêde ya tûşbûyan li parêzgeha Silêmaniyê hatiye tomarkirin û li vê parêzgehê 100 kes bi vê vîrusê ketine.
Li Hewlêrê jî 62 kes, li Duhokê 12 kes û li parêzgeha Helebceyê jî 13 kes tûşî koronayê bûne.
Li Awistralyayê 23 mirine
Li Awistralyayê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Covîd-19) mirin derket 23yan, ya nexweşan jî derket 5 hezar û 105an.
Li Awistralyayê kesên ku ji dervayî welêt tên, 14 rojan di karantînayê da dimînin. Her wiha ji xeynî, dabînkirina pêwîstiyên sereke yên wekî tenduristî, xwarin xurek û her wiha çûyîna kar û dibistanê, derketina derva serbest nîne. Kesên ku rêgezan binpê dikin jî cezayê pere û hebsê dixwin.
Li Rojavayê perwerde wê online dewam bike
Desteya Perwerdeyê li Rojavayê ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê amedekariya perwerdeya li malê dike.
Kewser Doko, Hevseroka Desteya Perwerdeyê li Rojavayê ragihandiye ku, ji ber metirsiya belavbûna koronayê, girtina dibistanan li herêmê berdewam dibe û ew ji bo berdewakirina perwerdeyê amedekariya xwendina li malê dikin.
Kewser Doko got dê xwendevan perwerdeya xwe li malê, bi rêya dersên amedekirî werin dayîn.
Desteya Perwerdeyê li Rojavayê, ji 14ê Adarê û heta niha biryara bêhinvedana tevahî dibistanan dabû.
Li Rojavayê 789 hezar û 225 xwendevan li 4 hezar û 317 dibistanan xwendina xwe dikin.
Ev yek di demekê de ye, ku Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Covid-19yê li Rojavayê û navçeyên din ên di bin kontrola wê rêveberiyê de, ji roja Duşemê 23ê Adarê ve bo dema 15 rojan qedexeya derketina derve ragihandiye. (PT/FD)