Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Mihendîsan a Tirkiyeyê (TMMOB) û Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) ji bo tekoşîna li dijî vîrusa Covîd-19yê banga 7 tedbîrên lezgîn kirîye. Her çar saziyan kampanyaya îmzayan destpêkirine. Herweha tedbîrên di metnê de cih digirin û daxwaza pêkanîna wan ji hikumetê tê kirin.
7 tevdîrên ku ji bo têkoşîna li dijî şewba vîrûsa koronayê ne weha ne:
"Ji bilî karên bingehîn, xizmetê û yên zerûrî, hemû kar û xebatên din di pêvajoya şewbê de tevahî bên rawestandin.
* Di dema şewbê de derxistina ji kar divê bê qedexekirin, piştgirî ji esnafên biçûk re bê dayin, ji xebatkaran re destûra bi mûçe bê dayin û ji bo bêkaran maeşê bêkaran bê şert û merc bên dayin.
* Deynên krediyan, fatûreyên av, elektrîk, gaza xwezayî û ragihandinê di dema şewbê de bêyî bên zêdekirin bên taloqkirin.
* Saziyên tenduristiyê yên taybet di vê demê de ji kontrola cemaweriyê bên derbaskirin, welatî bêşert karibin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û ev xizmet jî bêpere be.
* Di koodînasyona têkoşîna dijî şewbê de divê dîsîplîneke tund hebe, nêzîkatiyeke bi zanistî bê nîşandan û agahî bi rengekî eşkere bên parvekirin.
* Di serî de li gel doktor û xebatkarên tenduristiyê û şaredariyê, di karên ji neçarî hemûyan de di serî de ekîpmanên parastinê, hemû kêmasî bên çareserkirin, bawerî ji wan re bê dayin ku karê wan ranaweste û her kesên di vî karî de dixebitin bi rêk û pêk di testê de bên derbaskirin.
* Di dema şewbê de ji bo mirovên xizan, koçber û girtî/hikumxwaran ku weke mirovên dezavantaj tên dîtin, tevdîrên qanûnî û pratîkî yên ku tenduristî û jiyana wan biparêzin bi cih bên anîn." (DB/AO/AY/FD)