* Fotograf: Mesut Davarcı - Kayseri / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (IHD) derbarê rewşa girtiyên nexweş de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku li gorî zanyariyên li ber dest 591 jê giran, bi giştî 1564 girtî nexweş in. Komeleyê destnîşan kiriye ku ev hejmar gelekî zêdetir e.
Duh Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Tevgera Netewperest (MHP) pêşnûmeyek derbarê girtiyan de pêşkêşî Parlamentoyê kirin. Cahît Ozkan, Wekîlê Serokê Koma AKPyê derbarê vê pêşnûmeyê de wiha gotibû: “Em dixwazin hin guhertinan ji bo jinan, zarokan û nexweşan jî bikin. Em ê bihêlin ku kesên 65 salê xwe temam kirine, jinên ku zarokên wan ên temenê wan di navbera 0-6an de ne û nexweşên nikaribin bi tena serê xwe bijîn li malên xwe cezayên xwe bikişînin.”
Li gorî xala 15ê ya Pêşnûmeyê tenê ne cezaxwar, kesên rapora wan a tenduristiyê hebe û bibêje “nikarin li girtîgehê bimînin” jî wê bên tehliyekirin. Lê nayê zanîn ku wê di pratîkê de ev çawa pêk were. Hatiye gotin ku wê Pêşnûma hefteya pêş ji bo Civata Giştî ya Parlamentoyê bê şandin.
IHDyê hejmara girtiyên nexweş aşkere kiriye
IHDyê destnîşan kiriye ku wan beriya niha behsa tedbîren divê bên standin kiriye le ti dedbîr nehatine standin û rewş her diçe xirabtir dibe.
Komisyona Girtîgehan a Navenda IHDyê “Lîsteya Girtiyên Nexweşiya Giran û Nexweş” nû kiriye. Li gorî vê lîsteyê 591 jê giran, bi giştî 1564 girtî nexweş in. Komeleyê destnîşan kiriye ku ev hejmar gelekî zêdetir e.
Komeleyê daxwaz kiriye ku ev girtiyên nexweş demildest serbest bibin û cezayê wan werin taloqkirin. (AS/FD)