Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2)bitikîne
Antonîo Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê vîrusa Covîd-19yê de daxûyanî daye û gotîye: " Ev şewba gefeke mezine ji bo dinyê wê bibe sedema qeyraneke aborî û wê ev qeyran ji yên bere cûdatir be. Ev qeyrana piştî Şerê Cîhanê yên 2em heta niha qeyrana herî zihmete em pê re rûbirû dimînin."
"Divê sîyasetê bidin alîyekî"
Guterresî diyar kirîyê, divê lîstikên sîyasî bidin alîyekî, bi piştgirîyê dikarin li dijî vê qeyranê bi ser bikevin.
Guterresî rapora ku Rexistina Karkirinê ya Navneteweyî derbarê vîrûsê de eşkere kirîye û gotîye ji ber şewbê ji 5 heta 25 mîlyon kes dikarin bê kar bimînin û ji 860 mîlyar dolarî heta 3.5 trîlyon dolar zerara dahatê çêbibe.
Herweha di raporê de hatiye destnîşankirin, ji ber şewba vîrusa Covîd-19yê li 166 welatan dibistan hatine girtin û 1,52 mîlyar xwendekar û 60,2 mîlyon dersdêr jî ji perwerdeyê ketine.
NY: Penaberan biparêzin
Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li civaka navneteweyî kirîye û gotîye, bila penaber, koçber û kesên bê welat di çarçoveya tekoşîna li dijî vîrusa Covîd-19yê da bên parastin. Herweha divê penaber û koçberên girtî jî serbest bimînin.
Di daxuyanîya hevpar ya sazî û rêxistinên weke Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR)ya navenda wê li Cenevreya Îsvîçreyê ye, Rêxistina Koçan a Navneteweyî (IOM), Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (RTC) da hatîye gotin, ji ber şewba vîrusa Covîd-19yê penaber, koçber û kesên bê welat di bin metirsîyê da ne.
Divê penaber û koçber ji xizmetên tenduristîyê sudê werbigirin
Di daxuyanîya hevpar de hatîye xwestin, ku hemû penaber û koçber divê bi şêweyekî yeksan ji tedbir û xizmetên tenduristîyê yên ku di çarçoveya tekoşîna dijî vîrusa Covîd-19yê da hatine girtin da sudê bigirin.
Divê penaber û koçberên girtî serbest bên berdan
Rêxistinan dîyar kirîye û gotîye: "Bi taybet rewşa penaber û koçberên ku bi fermî û nefermî di şert û mercên xerab da girtîne metirsîdar e. Şewba vîrusa Covîd-19yê bi mirinan encam dide. Ji ber vê rastîyê divê penaber û koçberên girtî serbest bên berdan. (TP/AY/FD)
Çavkanî: AA