Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Di qawîşa ku divê 10 kes lê bimînin 20 kes dimînin, serê yekî 2 metrekare cih heye, 4 kes li erde radikevin. Dema em li gorî vê rewşê binirxînin, li gorî nêrîna min vîrus wê di nava yek du saetan de li herkesi peyda bibe.”
Girtiyekî ji Girtîgeha Tîpa Tyê ya Bolûyê mesajên xwe ji bo bianetê re şandiye û gotiye ku ji ber qebalixiya din ava girtîgehê de ew ditirsin Covid-19 li wan peyda bibe.
Girtiyî di nameya xwe de diyar kiriye ku biryareke rast e taloqkirina hevditinên girtî û vekirî û wiha behsa şert û mercan kiriye:
“Rêveberiya Girtîgehê û Wezareta Dadê ji bo tedbîrgirtinê çi ji destê wan tê dikin. Lê gelekî zehmet e têkoşîna li dijî vê vîrusê ku bi rêya hewayê an jî li ser tiştekî jî dibe li mirov peyda bibe.”
“Dibe ku karmend nexweş ketibin an jî bikevin”
“Her roj da caran 6-7 gardiyan bi hev re ji bo serjimariyê tên nava qawîşan. Mehê du caran ji bo lêgerînê, 9-10 karmend û cenderme tên. Ez nizanim lê li gorî texmînan ez dibêjim di dema destpêkirina karî de herareta laşê wezîfedaran dipîvin, kontrole li wî tiştî dikin ku ka nîşaneyên nexweşiyê li wan heye yan na.
“Lê divê ev tişt neyê ji bîrkirin ku piştî kar diqede ew karmend diçin malên xwe, li serwîsan siwar dibin, diçin marketan û bazaran, bixwazin nexwazin xwe nêzîkî mirovan dikin. Di encama van têkiliyan de heta nişane dernekevin holê wê neyê zanîn bê ka vîrus li wan peyda bûye yan na. Dibe ku yek an jî du sê ji wan pê ketibin û ev li hevkarên xwe jî belav kiribin, an jî dibe ku sibê li wan belav bikin.
“Karmed dema ji bo karekî tên qawîşan, xwarinê belav dikin, dema kelûpelên qantînê tînin, dema belgeyan tînin dibe ku vîrusê binin qawîşan.
“Di qawîşa ku divê 10 kes lê bimînin de 20 kes dimînin, serê yekî 2 metrekare cih heye, 4 kes li erde radikevin. Dema em li gorî vê rewşê binirxînin, li gorî nêrîna min vîrus wê di nava yek du saetan de li herkesi peyda bibe.” (AS/FD)