Strazburg. Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji sibeha 31ê Adarê pê ve li tevahîya cîhanê heta niha kesên ku bi vîrûsa Covîd-19yê ketine hejmara wan geyîştîye 786 hezar û 617 kesan û hejmara mirîyan jî geyîştîye 37 hezar û 832 kesan.
Herweha li gor agahîyên fermî li tevahîya cîhanê hejmara nexweşên ku tedawîya wan encam dane û çak bûne geyîştîye 165 hezar û 890 kesan.
Li DYAyê hejmara mirîyan dibe ku bigihêje navbera 100 û 200 hezar kesan
Li Parka Centralê ya navdara New Yorka DYAyê di çarçoveya tekoşîna li dijî vîrusa Covîd-19yê da nexweşxaneya tedawîya pêşîn hatîye avakirin.
Donald Trump, Serokê DYAyê eşkere kirîye, tedbîrên ku ji ber vîrusa Covîd-19yê hatibû girtin heta 30yê Avrêlê dirêj kirine û gotîye: " Em li bendêne rêjeya mirinan heta 2 hefteyî wê zêdetir bibe û hêvîya me ewe ku heta 1ê Hezîranê em bikevin nava pêvajoya rizgarbûnê ya ji nexweşîyê.
Herweha li DYAyê heta niha hejmara kesên bi vîrusê ketine geyîştîye 164 hezar û 266an û hejmara mirîyan jî geyîştîye 3 hezar û 170 kesan.
Dr. Anthony Faucî, Rêvebirê Enstutîya Nexweşên Şewbê û Alerjîya Neteweyî ya DYAyê derbarê vîrûsa Covîd-19yê da axivîye û gotîye: " li gor encamên berdeste, ez dikarim bejim li DYAyê dibe ku hejmara mirîyan bigihêje navbera 100 û 200 hezar kesan, lê ev zelal nîne."
Venezûela bi tevahî di bin karantînayê da ye
Li Venezûelayê di 15ê Adarê da ji ber vîrusa Covîd-19yê li 7 herêman biryara karantînayê hatibû stendin. Bi zêdebûna nexweşan ve ev biryar ji bo tevahîya wî welatî hatîye cîbîcî kirin.
Li piştî biryara karantînayê li Caracasa paytexta Venezûelayê kolan vala bûne. Herweha li wî welatî heta niha 3 kes ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirine û 135 kes jî bi vîrusê ketine.
Dîroka nû ya Olîmpîyatan hatîye eşkere kirin
Komîteya Olîmpîyatê ya Navneteweyî eşkere kirîye, ku Lîstîkên Olîmpîyatê ya Tokyoyê wê di navbera 23yê Tîrmeh û 8ê Tebaxa 2021an da pêkwere. Herweha divîya olîmpîyat îsal pêkbihata lê ji ber vîrûsê hatibû taloqkirin.
Li Felestînê Roja Axê di şaneşînan da hatîye pîroz kirin
Li Felestînê 30ê Adarê weke "Roja Axê" tê binavkirin û ev roj weke hemaya berxwedanê ya li dijî Îsraîlê tê zanîn. Herweha bi boneya 44em salvegera 30yê Adarê Roja Axê, xelkên bajarê Bati Şerîayê û Ramallahê îsal ji ber vîrûsa Covîd-19yê di şaneşînan da bi bilind kirina alên Felestînê pîrozbahîya vê rojê kirine.
Li Felestînê ji ber vîrusa Covîd-19yê heta niha kesek mirîye û 117 kes jî bi vîrusê ketin e.
Hukumeta Macaristanê bi biryarnameyan pêvajoya vîrusa Covîd-19yê birêve dibe
Îro parlamentoya Macaristanê li ser daxwaza Vîktor Orban, Serokwezîrê Macaristanê ji bo "heta vîrusa koronayê hebe" destûra rêvebirina bi biryarnameyan dane hukumetê.
Hukumeta El Salvadorê alîkarîya pereyan ji bo welatîyan dike
Hukumeta El Salvadorê 300 dolar alîkarî dide welatîyên ku ji ber tevdîrên di çarçoveya tekoşîna li dijî virûsa Covîd-19yê hatine girtin da mexdûr bûne.
Herweha li El Salvadorê heta niha 32 kes bi vîrusa Covîd-19yê ketine. (PT/AY/FD)