Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tendirustiyê derbarê koronavirusa nû ango Covid-19ê de amarên nû aşkere kirine. Li gorî daxuyaniya Wezaretê di 24 saetên dawiyê de li hezar 610 kesan nexweşî peyda bûye, 37 kes mirine.
Di encama van amaran de hejmara kesên nexweş li Tirkiyeyê gihîştiye 10 hezar û 827an û ya miriyan gihîştiye 168an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Kocayî daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya wezaretê, li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kiriye.
Li gora tabloyê hejmara testan bi giştî gihiştiye 76 hezar û 981ê, hejmara giştî ya pêketiyan gihişt 10 hezar û 827an, hejmara giştî ya miriyan gihişt 168ê. Herwiha hejmara nexweşên li beşa nexweşiyên giran bûye 725. Hejmara nexweşên entubeyê bûne 523 û bi giştî hejmara nexweşên ku ji Kovîd-19ê rizagar bûn jî gihişt 162an.
Roj bi roj hejmara nexweş û miriyan
11ê Adarê: nexweşek
13ê Adarê: 3 nexweş
14ê Adarê: 6 nexweş
15ê Adarê: 18 nexweş
16ê Adarê: 29 nexweş
17ê Adarê: 51 nexweş, mirinek
18ê Adarê: 93 nexweş, mirinek
19ê Adarê: 168 nexweş, 2 mirin
20ê Adarê: 311 nexweş, 5 mirin
21ê Adarê: 288 nexweş, 12 mirin
22ê Adarê: 289 nexweş, 9 mirin
23ê Adarê: 293 nexweş, 7 mirin
24ê Adarê: 343 nexweş, 7 mirin
25ê Adarê: 561 nexweş, 15 mirin
26ê Adarê: 1196 nexweş, 16 mirin
27ê Adarê: 2069 nexweş, 17 mirin
28ê Adarê: 1704 nexweş, 16 mirin
29ê Adarê: 1815 nexweş, 23 mirin
30ê Adarê: 1610 nexweş, 37 mirin
(EKN/FD)