Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THİV) rapokeke tenduristiyê derbarê Mûstafa Koçakî de amade kiriye. Koçak di greva birçîbûnê de ye û gotiye ku li Nexweşxaneya Girtîgeha Îzmîrê îşkence hatiye.
Di raporê de hatiye gotin ku birînên li ser laşê Koçakî birînên îşkencekirinê ne û mana wî ya li girtîgehê xetereye li ser jiyana wî.
Mûstafa Koçak bi daxwaza “daraza adil” dest bi rojiya mirinê kiribû. Di 254 rojiya xwe çalakiya wî de bi darê zorê midaxele li wî kiribûn û îşkence kiribûn. Hîna li Girtîgeha Şakranê dimîne. Di 29ê Adarê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî bû û gotibû lingên wî yekcarî nalebitin.
"Tenê kîloyên wî xetereya li ser jiyana wî nîşan didin”
Di raporê de hatiye diyarkirin ku Koçakê bejna wî 165 santîm e kîloyên wî bûye 30 û ev bi xwe xetereyê li ser jiyana wî dikin.
Fîncanciyê îro weke parêzerê Koçakî serî li Dadgeha Destûrî daye û gotiye ku Xala 17em a Destûra Bingehîn û Xala 3yem a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin ku li gorî van xalan divê yekbûna laşê mirovan were parastin û van xalan îşkence û miameleya dijmirovî û rûmetşikandinê qedexe kirine. Fîncanciyê her weha diyar kiriye ku rewşa girtîgehê û nexweşiya Covid-19ê ji bo mana Koçakî ya li girtîgehê ne guncav in û divê biryara tehliyeyê ya bi tedbîr ji bo wî were dayîn. (AS/FD)