Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê bi tohmeta ku “dijminantî û kîndarî din ava gel de belav kiriye û ew biçûk xistiye” lêpirsînname ji bo Remzîye Tosûnê, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê amade kiriye.
Serdozgeriyê diyar kiriye ku ji ber “Komeke HDPyiyan li navenda Amedê û navçeyên wê yên Sûr û Yenîşehîrê, li hin taxan derbarê koronavirusê ango Covid-19ê de bang kirine” wan lêpirsîn li gorî Xala 216ê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) daye destpêkirin.
Her weha ji bo ew kesê ku bang kiriye biryara desteserkirinê hatiye derxistin.
HDPyê daxuyaniyek weşandiye
HDPyê derbarê lêpirsînê de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyaniyek weyandiye û gotiye ku li dijî Remziye Tosûnê kampanyaya lînckirinê hatiye destpêkirin. HDPyê gotiye ku “Gotina rastiyan, hişyarkirina gelî ne sûc e, wezîfe ye.”
Tosûnê çi gotibû?
Komeke HDPyî tevlî parlamenter Remziye Tosûnê li hin taxên navçeyên Sûr û Yenîşehîrê geriya bûn û ji niştecihan xwestibûn ku li malên xwe bimînin.
Ev xebata HDPyiyan li ser hesabên medyaya civakî hatibû weşandin. (TP/FD)