Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî malpera worldometerê li tevahîya cîhanê heta niha kesên ku bi vîrûsa Covîd-19yê ketine hejmara wan geyîştîye 533 hezar û 015 kesan û hejmara mirîyan jî geyîştîye 24 hezar û 095 kesan.
Herweha li gor heman malperê li tevahîya cîhanê hejmara nexweşên ku tedawîya wan encam dane û çak bûne geyîştîye 124 hezar û 387 kesan.
Li gorî agahîyên ku Ajansa Anadolûyê belav kirîye rewşa dawîn ya hin welatan weha ye:
DYA
Li DYAyê hejmara berketîyên vîrusa Covîd-19yê geyîştîye 82 hezar û 179an û hejmara mirîyan jî bi zêdebûna 131 kesan va derketîye 1177an. DYA di hejmara pêketîyên Koronayê da li cîhanê yekem welat e.
Herweha li DYAyê,herêma ku herî zêde bandora şewba vîrusa Covîd-19yê li sere bi 37 hezar û 738 berketî û 385 mirîyan, eyaleta New Yorkê ye.
Îtalya
Li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber vîrusa Covîd-19yê mirine geyîştîye 8 hezar û 165an.
Agostîno Mîozzo, Rayedarê Berevenîya Sivîl ê Îtalyayê ragihandîye û gotîye, hejmara berketîyên vîrusê geyîştîye 80 hezar û 539an û hejmara kesên baş bûne jî derketîye 10 hezar û 361 kesan.
Îspanya
Li gor daneyên Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê, kesên ku bi vîrûsa Covîd-19yê ketine hejmara wan geyîştîye 56 hezar û 188 kesan û hejmara mirîyan jî geyîştîye 4 hezar û 089 kesan.
Wezaretê dîyar kirîye û gotîye, cîhê ku herî zêde bandora vîrusê li sere, herêma xweser ya Madrîdê ye. Li vê herêmê hejmara mirîyan bi zêdebûna 265 kesan va geyîştîye 2 hezar û 90an û hejmara berketîyan jî bi zêdebûna 2 hezar û 569 kesan va derketîye 17 hezar û 166an.
Fransa
Jerome Salomon, Rêvebirê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê dîyar kirîye, li wî welatî kesên ku bi vîrûsa Covîd-19yê ketine hejmara wan geyîştîye 29 hezar û 155 kesan û hejmara mirîyan jî geyîştîye 1696 kesan.
Çîn
Hukumeta Çînê ji ber ku vîrûs bi kesên ku ji derveyê welat tên re peyda dibe, hatûçûna derveyê welat ji bo demekî qedexe kirîye.
Afganistan
Eşref Ganî, Serokomarê Afganistanê ji ber zêdebûna hejmara berketîyên vîrûsa Covîd-19yê biryara serbest berdana 10 hezar girtîyan daye.
Herweha li wî welatî hejmara kesên bi vîrusa Covîd-19yê ketine derketîye 90an û hejmera mirîyan jî geyîştîye 3 kesan. (DB/AY/FD)