* Fotograf: Dursun Aydemir / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bîlal Ekşî, Rêvebirê Giştî yê Hêlên Esmanî yên Tirkiyeyê (THY) li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsandîye, seferên ji bo eyaleta New Yorkê tên kirin, hatine betalkirin.
THY wê di 27 Adarê pê ve bi tenê seferên xwe yên ji bo Washington (DYA), Chicago (DYA), Hong Kong, Moskova (Rusya) û Addis Ababayê (Etiyopya) bidomîne.
DYA di hejmara pêketîyên Koronayê da ketîye pêş Çînê
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê heta niha li DYAyê 85 hezar û 594 kes bi vîrusa COVID-19yê ketine.
Niha DYA ji aliyê nexweşbûna bi vîrusa Koronayê va li ser asta cîhanê di pileya yekem da ye û piştî wê jî welatên Çîn, Îtalya û Îspaniya û Îran di rêzên din de cih digirin.
Ji 85,594 berketîyên DYAyê , heta niha 1,300 kes mirine û 1,868 kes jî çak bûne.
Li Çînê ku cihê belavbûna vîrusa Koronayê ye, hejmara pêketîyan li gor daneyên fermî 81 hezar û 340 kes e ku 75 hezar û 588 kes ji wan baş bûne û 3,287 kes jî mirine. (TP/AY/FD)