Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tendirustiyê gotiye ku ji ber cureya nû vîrusa koronayê (Covid-19) 16 kesên din mirine. Li gorî vê encamê hejmara kesên ku heta îro ji ber vê nexweşiyê mirine gihiştiye 75an.
Wezîr Kocayî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye û gotiye, "Hejmara testên ku me kirin duh 5 hezar û 35 bû. Îro me 7 hezar û 286 test kirin. 1196 nexweşên nû hene. 16 nexweşên me mirin. Tevî vê hejmarê, miriyên me gihişt 75an, hejmara pêketiyan gihişt 3 hezar û 629an. Ez bi isarar ji bo pabendbûna rênimayan bangawaziyê li we dikim."
Roj bi roj hejmara nexweş û miriyan
11ê Adarê: nexweşek
13ê Adarê: 3 nexweş
14ê Adarê: 6 nexweş
15ê Adarê: 18 nexweş
16ê Adarê: 29 nexweş
17ê Adarê: 51 nexweş, mirinek
18ê Adarê: 93 nexweş, mirinek
19ê Adarê: 168 nexweş, 2 mirin
20ê Adarê: 311 nexweş, 5 mirin
21ê Adarê: 288 nexweş, 12 mirin
22ê Adarê: 289 nexweş, 9 mirin
23ê Adarê: 293 nexweş, 7 mirin
24ê Adarê: 343 nexweş, 7 mirin
25 Adar: 561 nexweş, 15 mirin
26 Adar: 1196 nexweş, 16 mirin
(EKN/FD)