Fotograf: Aytuğ Can Sencar – Ankara/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê aşkere kiriye ku 7 kesên din li Tirkiyeyê ji ber koronavirus ango Covid-19ê mirine. Li gorî vê encamê hejmara miriyan gihîştiye 37an.
Kocayî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye: "Di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 672 test hatin encamdan. 293 teşxîsên nû hatin kirin. Mixabin 7 kesên din mirin. Hişyariyek ji bo ciwanan, hûn ji şewbê ne bêpar in. Di jiyanê de lez nekin. Nekevin nava rîskê. Rîskê neguhêzin malên xwe. Li malê bin. Mal têrî jiyanê dikin."
Piştî pêvajoya 24 saetî li Tirkiyeyê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin gihişt 37an, hejmara pêketiyên şewbê jî gihişt 1529an.
Roj bi roj hejmara nexweş û miriyan
11ê Adarê: nexweşek
13ê Adarê: 3 nexweş
14ê Adarê: 6 nexweş
15ê Adarê: 18 nexweş
16ê Adarê: 29 nexweş
17ê Adarê: 51 nexweş, mirinek
18ê Adarê: 93 nexweş, mirinek
19ê Adarê: 168 nexweş, 2 mirin
20ê Adarê: 311 nexweş, 5 mirin
21ê Adarê: 288 nexweş, 12 mirin
22ê Adarê: 289 nexweş, 9 mirin
23ê Adarê: 293 nexweş, 7 mirin
(EKN/FD)