Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê aşkere kiriye ku ji ber koronavîrusê (Covid-19) duh (22yê Adarê) 9 kes mirine û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîştiye 30î.
Kocayî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye ku ji ber Covid-19ê kesên din mirine û hejmara pêketiyan zêde bûye.
Wezîrî diyar kiriye ji ber koronavîrusê duh 9 kes mirine û 289 pêketiyên nû hene: "Em ji malên xwe dernekevin. Em rîskê çênekir. Mal têra jiyanê dike."
Wezîr Kocayî di berdewamiyê de wiha nivîsandiye, "Li gorî rewşa heyî em zêdetir testan dikin, divê neyê jibîrkirin. Her ku em nexweşekî derman dikin, em pê re pêşiya şewbê digirin."
Koca wiha pê de çû:
"Em tedbîran werbigirin. Dê ev welat serî li ber vê tehdîdê daneyne. Dema nexweşî tune bû, me go 'tunne'. Nuha em roj bi roj rewşê eşkere dikin. Em bi şefafî we dawetî cîbicîkirina rênimayan dikin. Heta îro bi giştî 20 hezar û 345 test hatin kirin, 1236 teşxîs hatin kirin, hemû extiyar 30 kes mirin."
Yekem car di 11ê Adarê de hatibû aşkerekirin
Wezîr Kocayî yekem car di 11ê Adarê de aşkere kiribû ku kesek bi şewba koronavirusê ketiye. Di 13ê Adarê de 5 kes, 14ê Adarê 6, 15ê Adarê 18 û di 16ê Adarê de 47 kes bi nexweşiyê ketibûn.
Wezîr Kocayî di 17ê Adarê de aşkere kiribû ku 98 kes nexweş ketine û kesek jî miriye. Di 18ê Adarê de hejmara nexweşan gihîştibû 191ê û hejmara miriyan jî 2yê. Di 19ê Adarê de hejmara nexweşan bûbû 359an û ya miriyan jî derketibû çaran. Di 20ê Adarê de hejmara nexweşan derketibû 670an û 9 kes jî miribûn.
Heta 21ê Adarê 21 kes miribûn û 947 kes jî bi nexweşiyê ketibûn. (DB/FD)