Fotograf: AA / London
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro, 19 Adarê, heta saetên sibehê hejmara kesên ku li cîhanê ji ber vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê mirine geyîştiye 8 hezar û 970 kesan. 219 hezar û 348 kes jî bi vê vîrûsê ketine.
85 hezar û 749 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne. Rewşa dawî ya li cîhanê wiha ye:
Li Kolombîyayê rewşa awarte hatîye ragihandin
Ji 48 mîlyonî zêdetir kes li Kolombîyayê dijî û heta niha di 93 kesan da vîrûsa Covîd-19yê hatine tespîtkirin.
Li Îranê di her 10 xulekan da kesek ji ber vîrûsê dimire
Berdevkê Wezareta Tendirustiyê yê Îranê, Kiyanûş Cehanpûrî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandîye, li Îranê di her saetekê da 50 kes bi vîrûsa Covîd-19yê dikevin û di her 10 xûlekan, kesek ji ber vê vîrûsê dimire.
Li gor daxuyaniya Cehanpûriyî, di nava rojekê da 1200 kes bi vîrusê dikevin û 144 jî kes dimirin.
Li Çînê cara yekeme berketîyên vîrûsê tunene
Li gor nûçeya ajansa Şinhuayê, Komîsyona Tenduristîyê ya Netewî diyar kirîye, ew 34 kesên ku duh nexweşî lê hatine peyda kirin hemû jî ji derveyê welêt hatine û li tevahîya welêt berketîyên nû nîne.
Li Birîtanyayê dibistan hatine girtin
Gavîn Wîllîamson, Serokê Perwerdeyê yê Brîtanyayê gotîye, li roja înîyê pê ve dê dibistan bên girtin.
Herweha li Brîtanyayê di 676 kesên din da nexweşî hatîye tespîtkirin û hejmara berketîyên vîrûsa Covîd-19yê geyîştîye 2 hezar û 626 kes an.
Sînorên di navbera DYAyê û Kanadayê da hatiye girtin
DYAyê sinorên xwe yên bakûr yên bi Kanadayê ra girtîye. Herweha sînor bi tenê ji bo çûn û hatinên pêwîst vekirî ye.
Trump, Serokê DYAyê derbarê sînorê Meksîkayê da jî gotîyê, bi ti awayî rê nayê dayîn ji bo kesên bi rêyên neqanûnî tên Amerîkayê.
Li Fransayê hejmara nexweşan her diçe zêdetir dibe
Li gorî rapora Ajansa Tenduristîyê ya Fransayê, li 4ê çiriya paşîyê ya 2019an heta niha bi 856 kesan ra nexweşîya şewba giran hatîye tespîtkirin.
Ji wan 88 kes mirine, jê 11 kes temenê wan di 15an da ne, 38 kes temenê wan di navbera 15-64an da ne û 39 kes jî temenê wan 65 û serê ne.
Herweha li Fıransayê heta niha kesên ku ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirine hejmara wan geyîştîye 264 kesan yên bi vê vîrûsê jî ketine hejmara wan geyîştîye 9 hezar û 134 kes an. (PT/AY/FD)