Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Tirkîyeyê li Koşka Çankayayê di "Civîna Hemahengî ya tekoşîna li dijî Vîrûsa Covîd-19"yê da di saet 14.20an da axivî ye.
Di axavtina Erdoganî da mijarên sereke ev in:
Erdoganî gotîye, ji bo ku em nexweşîyê bigrin bin kontrola xwe, me tevdîrên tenduristîyê û yên din pêk anî ye û emê di pekanîna tevdîran da berdewam bin.
Erdogan di axavtina xwe da dîyar kirîye, Bandora vîrûsê mezine, jîyana rojane jî daye rawestandin ji ber vê rewşê dê encamên ciddî yê aborîyê jî derkeve holê û daketina bihayê petrolê û geşedanên fînansî wê ji bo welatê me avantajên nû bîne pêş.
Erdoganî weha pêde çûye, Em di wê qonaxê da ne ew êrişa ku di Tebaxa 2018an da ya faîz û enflasyonê anîn ser me, li ser xwe rakin. Em hewil didin jê xilas bin û em tu carî dev jê bernadin. Heke em agahiyan baş bidin gelê xwe û nexweşiyê bigrin bin kontrolê tabloyeke baştir li benda me ye.
Herweha destnîşan kirîye, ya girîng ew e ku firsendê nedin nexweşî me têk bibe, hem ji hêla aboriyê, hem jî ji hêla derûniyê va pirsgirêkan çareser bikin û behreya xwe nîşan bidin. (PT/AY/FD)