* Fotograf: Aytuğ Can Sencar - Ankara / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê derbarê tevdîrên tekîldarê vîrûsa Covîd-19yê da axivîye û gotîye, derketina li dijî biryara karantînayê ya tendirustîya gel dixe xeterîyê, li gor qanûna cezayê ya me suce.
Wezîr Gul ragihandîye,derketina li dijî biryara karantînayê li gor qanûnên cezayê suc e.
Gulî li ser hesabê xwe yê medya civakî da weha gotîye:
“ji bo hezkirîyên xwe û başîya welatê me tevdîrên ku meqamên fermî pêşnîyar kirine divê bi awayekî rêk û pêk bi cîh bînin. Derketina li dijî biryara karantînayê ya tendirustîya gel dixe xeterîyê, li gor qanûna cezayê ya me suce. Ne ji ber tirsa cezayê ji bo pêşeroja welat û zarokên me divê em agahdar bin!”
Li bajarê Konyayê xwestin birevin
Bi awayekî fermî niha li bajarê Enqereyê, Kayserî, Isparta û Konyayê kesên ku li hec hatine di bin karantînayê da ye. Îro jî dê ji 3 hezarî zêdetir hemwelatî ji 9 welatên Ewropayê bên Tirkîyeyê. Ev kesana jî li Stenbolê û Kocaelîyê wê bigirin bin karantînayê.
Hinek kesên ku li yurda Tahîr Buyukkorukçuya li Konyayê di bin karantînê da ye duh xwestin birevin. Dema polîsan xwestin rê li ber welatîyên ku dixwestin birevin bigirin xirecir çêbû ye.
Li gor daxuyanîya Wezareta Tendirustîyê, Li Tirkîyeyê kesên ku bi vîrûsa Covîd-19yê ketine yan li derveyî welat hatine yan jî ji encama tekîlîyên bi wan re li ber vîrûsê ketine û hejmara gehîştîye 47an. (AS/AY/FD)