Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya civîna çapemenîyê ya Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ya duh bihata kirin, ji ber vîrûsa Covid-19yê hatîye taloq kirin.
Ji ber vê jî Sancarî, bi peyama vîdyoyî derbarê xebatên wan yên têkildarî vîrûsa Covîd-19yê da agahî daye û banga girtina tevdîrên pêwîst li hukumetê kirî ye.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Sancarî dîyar kirîye û gotîye, partîya Koordînasyona Krîza Navendî ava kirîye û koordînasyona me bi Yekîtiya Bijîjkan ya Tirk (TTB) û Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ra di nav tekilîyan da ne.
Sancar: Divê armanca siyasetê xizmeta civakê be
Sancarî destnîşan kirîye, ku ew bi peyamên videoyî hewil didin li dijî vîrûsê tevdîran bistînin û gel agahdar bikin û xwest hikûmet jî tevdîra welatiyan bistînin. Sancarî dîyar kirîye, vîrûsa Covîd-19yê bi hefteyan e di rojeva cîhanê de ye û wiha pêde çûye: "Her kes di bin gefên vê vîrûsê de ye. Di pêvajoyek wisa de em dibînin ku zimanê şer ê siyasetê çiqas zimanekî derewîn e. Divê armanca siyasetê xizmeta civakê be. Xizmeta mirovahiyê be. Divê em aliyê xwe yên hevpar derxin holê. Ji ber vê yekê divê em bi hevre û bi lez têkevin nava tevgerê. Divê em zêde neçin cihê komî. Lê divê em bi tevahî xwe bi tenê jî nehêlin û têkiliya xwe qut nekin. Ger ku em hemû mirov hêza xwe bikin yek em dikarin vê yekê têk bibin. Divê ciwan jî berpirsiyariyê bidin ser xwe. Em bang li hemû ciwanên xwe dikin. Divê em piştgirîyê di nava xwe de xurt bikin. Yên nexweş, bi tenê, kal û pîr di bin rîskê de ne. Xizanî bi serê xwe rîsk e. Kesên nexweş û bunya wan lawazin di bin rîskê de ne. Divê em bi hevre niqaş bikin ku em dikarin çawa tevdîra wan bistînin.
Berpirsîyartîyek taybet dikeve ser mile hukumetê
Sancarî dîyar kirîye, ku di vê meseleyê de erk û berpirsiyarîyek mezin dikeve ser hikûmetê û weha axivîye: "Ji ber ku hikûmet çavkaniya cemaweriyê û hêza cemaweriyê xerç dike. Ji ber vê yekê li hemû cîhanê bang li hikûmetan tên kirin. Divê ji bo kesên pêdiviyên wan heye malzemeyên paqijiyê bê pere bê belavkirin. Divê hemu dermankirin bê pere bê kirin. Divê di pêvajoyên qeyranê de înternet, av, ceyran û xaza xwezayî bê beranber be."
Bila girtîyên nexweş û temen mezîn serbest bên berdan
Sancarî bal kişandîye ser rewşa girtiyên nexweş û gotîye: "Dîsa divê li girtîgehan girtiyên nexweş, temen mezin û ducanî bi lez serbest bên berdan. Ji ber serdana bi girtiyan ra hatiye qedexekirin, divê mafê telefona malbatan a bi girtiyan ra bê zêdekirin. Divê bi rêk û pêk hevdîtin bên kirin. Divê hikûmet, TTB û SES bi hevra di nava hevkarî û danûstandinan da kar bimeşînin. Divê li meclîsê komîsyona ku nûnertiya hemû partiyan têde heye bê avakirin. Divê ji hemû partiyan bi nûnertiya wekhev de komîsyon bê avakirin. Ya ku me ji vê yekê xelas bike piştevanî û şêwirmendî ye. Em ê bi hêza mirovan a hevkarî û yekîtiyê vê metirsîyê têk bibin." (EMK/AY/FD)
*Nûçe û foto: Mezopotamya Ajans