Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li dinyayê hejmara kesên bi vîrûsa Covîd-19ê ketine ji 182 hezaran derbas kirîye û hejmara mirîyan jî gehîştîye 7 hezar û 171 kes an.
Welatan yek bi yek destpêkirîye ku artêşên leşkerî bikin dewreyê û tevdîrên sînoran zêdetir bikin. Li ser medya civakî şîroveyên weke "Cîhan di rewşeke dîstopîk da ye" tên kirin û me welat bi welat ji 17ê Adarê pê ve agahîyên dawî berhev kirin.
DYA: Hindik maye em bi karesatekê ra rû bi rû bimînin
Li DYAyê McDonaldsê û Starbucksê ragihandîyê, ji ber vîrûsa Covîd-19yê wan di restorantên xwe da dawî li xizmetên xwarin û vexwarinan anîne û ew ê êdî bi tenê xizmetan bi awayê pakêtan bike.
Andrew Cuomo, walîyê eyaleta New Yorkê agahdarîya "Hindik maye em bi karesatekê ra rû bi rû bimîne" kirîye û gotîye, li eyaletê kêmanîya beşa nexweşîyên giran û nivînan hene.
Cuomoyî weha axivîye; "Li eyaleta me bi tenê 3 hezar unîteyên nexweşên giran hene û ji % 80yê wan ji niha ve tijî ye. Niha bi tenê 600 nivînên vala hene. Hindik maye em karesatek ra rû bi rû bimîne."
Fransa: Em di nava şer de ne
Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê di weşana zindî da axivîye û gotîye; "Ji xeynî derketinên ji bo pêdivîyên bingehîn, hemû derketinên din hatine asteng kirin. Kontrolên ewlehîyê wê bên kirin. li malen xwe dernekevin. Beşa duyem ya hilbijartinên şaredarîyê hatîye betal kirin"
Li Fransayê yekîneyên mobîlîze yên artêşê jî daketîye kolanan.
Herweha li Fransayê heta niha ji ber vîrûsê 148 kes mirine. Li seranserê welêt derketina derve qedexeye.
Li Amerîkaya Latîn tevdîrên dijwar
Maduro, Serokê Venezuelayê gotîye, wan li paytexta welêt Caracasê, eyaleta Vargas, Mîranda, Zulia, Tachira, Apure û Cojedesê karantina ragihandî ye.
Ivan Duque, Serokê Kolombîyayê ragihandîye, ji xeynî Kolombîyayî û bîyanîyên ku îqameyên wan hene, he ta 14ê avrêlê kes nikare bên welêt û hatin hatîye rawestandin
Kanadayê sînorên xwe bi temamî girtî ye
Justin Trudeau, Serokê Kanadayê li ber mala xwe daxuyanî daye û gotiye, kes ji malen xwe dernekeve. Ew kesên ku hemwelatîyên Kanadayê nînin û îqameya wan tunene emê wan şûn va bişînin
Li Îtalyayê ji ber vîrûsa Covîd-19yê hejmara mirîyan ji 2 hezarî derbas kirî ye.
İsvîçreyê rewşa awarte ragihandîye
Hukumeta Îsvîçreyê rewşa awarte ragihandîye û gotîye ewê dest bi kontrolkirina sînorên navbera welatên cîran da bikin.
Îrlanda: Hejmara nexweşa dê 15 hezarî derbas bike
Serokê Îrlandayê,Leo Varadkar duh êvarê daxûyanî daye û gotîye, heta dawîya Adarê li welêt dê hejmara nexweşan ji 15 hezarî derbas bibe. Herweha li Irlandayê heta niha 223 kes li ber vîrûsê ketine û 2 kes jî mirine. (PT/AY/FD)
* Fotoragraf: AA