Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Zanîngeha Johns Hopkinsî li DYAyê daneyên derbarê vîrusa Covîd-19yê da di şopîn e. Li gor hejmarên ku Zanîngehê ragihandîye, li tevahîya DYAyê hejmara mirî û berketîyan her diçe zêdetir dibe.
Li wî welatî ji 50 eyaletan li 49yan rapor hatiye amadekirin. Li gor raporan ji roja yekşemê pê ve ji ber vîrûsa Covîd-19yê hejmara mirîyan geyîştîye 65 kesan ya berketîyan jî geyîştîye 3 hezar û 485 kes an.
Li gor raporê heta niha ji ber vîrûsê 42 kes li Washingtonê, 6 Kalîfornîyayê, 4 Florîda û 3 kes jî li New Yorkê miri ne. Herweha vîrûsa Covîd-19yê li DYAyê yekem car li eyaleta Washîngtonê hatibû tespîtkirin.
Encama testa Senator Graham negatîv derketîye
Senator Lindsey Grahamê ku ji ber xwe ji vîrûsa Covîd-19yê biparêze ketibû karantînayê, evara yekşemê li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihandîye, encamê testa wî ya ji bo vîrûsê negatîv derketî ye.
Rewşa awarte hatibû ragihandin
Trump, Serokê DYAyê di daxuyanîya xwe ya roja înîyê da ji ber vîrûsa Covîd-19yê li seranserê welêt " rewşa awarte ya netewî" ragihandî bû. (DB/AY/FD)
Fotograf: AA