Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Vîrusa Koronaya Nû ango Covid-19 piştî li bajarê Wuhanê ya Çînê derket holê û li seranserê cîhanê belav bû, bandora xwe li Tirkiyeyê jî kir.
Li cîhanê heta niha 135 hezar kes bi vê nexweşiyê ketine. Herî dawî li Tirkiyeyê jî vîrus li du kesan peyda bûye.
Lijneya Polîtîkayên Derbarê Tenduristiyê De biryar girt ku dibistanên seretayî û navîn heta hefteyekê, zanîngeh jî heta sê hefteyan wê girtî bin.
Her weha yariyên sporan jî wê heta dawiya meha nîsanê bê temaşevan bên lîstin.
Tenê li 18 bajaran û 25 nexweşxaneyan test tên kirin
Wezareta Tenduristiyê lîsteya nexweşxaneyên ku test li wan tên kirin aşkere kiriye. Li gorî vê daxuyaniya Wezareta Berevaniyê, ji 81 bajaran tenê li 16 bajaran testa vîrûsa koronayê tê krin.
Navê nexweşxaneyên ku lîsteya wezaretê aşkere kiriye de cih girin wihane:
Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Enqereyê , Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê , Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Antalyayê, Nexweşxaneya Bajêr a Bûrsayê, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Îhtîsasa Bilind a Bûrsayê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlî ya Amedê, Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekînî a Xerpetê, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Erziromê, Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Ersîn Arslan a Dîlokê, Nexweşxaneya Bajêr a Ispartayê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Lutfî Kirdarî ya Kartalê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekiyê ya Stenbolê, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê Dr. Sadî Konûkî ya Bakirkoyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Stenbolê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Tepecik a Îzmîrê, Nexweşxaneya Sing a Dr. Sûat Cerenî û Nexweşxaneya Perwede û Lêkolînê yên Îzmîrê, Nexweşxaneya Bajêr a Qeyseriyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Samsûnê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kanûniyî ya Trabzonê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê û Nexweşxaneya Bajêr a Yozgatê. (FD)