Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dîroka destpêkirina 18em Festîvala Filmên Jinan a Gerok a Navnetewî- Fîlmmorê ya îsal ji bo 16ê Adarê hatibû destnîşankirin, lewra ji ber vîrûsa covîd-19yê paşde hatîyê avêtin.
Di daxuyanîya Ekîba Festîvala Filmên Jinan, Filmmorê da weha hatiye got in:
“18em Festîvala Filmên Jinan a Gerok a Navnetewî- Fîlmmorê ya îsal divê me li Stenbolê di 16ê Adarê da saz bikiraba. Vîrûsa ku ji alîyê Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanê weke pandemî hatîye pênasekirin, dema belavbûna wê vîrûsê hate kontrol kirin em ê wê demê bi were bin. Heta wê deme emê bi bernameyên festîvalê bi onlineyî bi were bin."
Dîroka destpêkirina 18em Festîvala Filmên Jinan a Gerok a Navnetewî- Fîlmmorê wê di rojên pêş de bê eşkere kirin.
Bernameya festîvalê weha bû, piştî Stenbolê wê 4-5ê Nîsanê li Bodrûmê, 11-12ê Nîsanê li Antalyayê, 18-19ê Nîsanê li Mêrsînê, 25-26ê Nîsanê li Yalovayê, 2-3yê Gulanê li Edeneyê û 9-10ê Gulanê li Amedê pêk bihata. (EMK/AY/FD)