Fotograf: AA - Arşiv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tedros Adhanom Ghebreyesus, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (RTC/WHO) gotiye ku cureyê nû ya Koronavirusî (Covid-19) êdî nexweşiyeke “pandemic” ango berbelav e.
Ghebreyesus, Sekreterê Giştî yê RTCyê duh (11ê Adarê) civîneke çapemeniyê li dar xistiye û gotiye ku heta 11ê Adarê li 114 welatan 118 hezar nexweş hene û 4 hezar û 291 kes mirine.
Sekreterê Giştî diyar kiriye ku ”Bi hezaran kes li nexweşxaneyan li ber xwe didin. Em li bendê ne ku di roj û hefteyên pêş de hejmara nexweşan û miriyan zêdetir bibe.”
Ghebreyesûsî destnîşan kiriye ku ji ber vê rewşê ew “Covid-19ê weke nexweşiyeke pandemic bi nav dikin.”
Pandemî çiye?
Ew cure nexweşiye ku li cîhanê di heman demê de bi awayekî berbelav gefê li ser gelek mirovan dixwe. WHO diyar dike ku bê kîja nexweşî pandemi ye.
Di sala 2009ê de şewba berazan weke nexweşiyeke pandemîk hatibû ragihandin. Pispor dibêjin ku dibe ji ber şewba berazan bi sed hezaran kes miribin.
Sê krîter hene li gorî WHOyê ji bo ku bikaribe nexweşiyekê weke pandemic diyar bike:
- Divê vîruseke nû be
- Divê bi hêsanî li mirovan peyda bibe
- Bi hêsanî û hertim ji mirovan derbasî mirovên din bibe. (EKN/FD)
* Çavkanî: BBC Tirkî