Fotograf: Fatih Kurt - Ankara/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê got ku "Îro ber êvarê encamên testa welatiyekî me yê gumanbarê koronavîrusê, pozîtîf derketiye."
Kocayî saet di 00.50 deqîqeyan de civîneke çapemeniyê li dar xist. Kocayî di civîna çapemeniyê ya li Wezaretê de derbarê koronavîrusê (Covid-19) daxuyanî da.
Wezîr Kocayî ragihand, "Îro ber êvarê encamên testa welatiyekî me yê gumanbarê koronavîrusê, pozîtîf derketiye. Hatiye zanîn ku welatiyî vîrus bi rêya Ewropayê wergirtiye. Bi temamî hatiye îzolekirin. Nexweş mêr e û rewşa wî ya giştî baş e. Hemû malbata wî û yên derdora wî di bin çavdêriyê de ne."
"Ne mecbûrî be em dernekevin derveyê welêt"
Wezîrê Tendirustiyê Kocayî got, "Tikaye ne mecbûrî be em dernekevin derveyê welêt, em xwe biparêzin. Dema me hişyarî dida dinyayê, di heman demê de me xwe amade dikir. Wezareta me, dewleta me bi hemî yekeyên xwe plana têkoşîna xwe ya li dijî koronavîrusê danî. Serkeftina me ya heta îro, pêdivê weke garantiya asaniya têkoşîna me ya ji nuha pê de bê qebûlkirin. Pêketiyek yan çend pêketî pêdivê weke şewbê neyê dîtin.
"Nexweşekî di bin karantînayê de ji bo civakê ne tehdît e"
Kocayî wiha berdewam kir: "Koronavîrus, ji tedbîrên ku emê bistînin bihêztir nîn e. Nexweşek bi tenê bi her tiştê xwe ne rîsk e. Nexweşekî di bin karantînayê de ji bo civakê ne tehdît e. Tiştê niha lazim ew e pêdivê em jiyana xwe li gorî tedbîran bedilînin. Li hember vê pirsa kurewî emê têkoşîneke neteweyî bidin. Hêviya me ji welatiyan, bila pabendê merca 14 rojî û 14 mercên parastinê bin, dê ev yek hêzê bide têkoşînê." (EKN/FD)