Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofiyî duh (26ê Sibata 2020an) di civîneke rojnamevaniyê de ragehandiye ku wan biryarên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo rêgirtina li hemberî belavbûna vîrûsa koronaya nû (covid-19) bi hûrgilî nirxandine û di çarçoveya tedbîrên li hember vîrusa koronayê de biryar dane ku îsal çalakî û pîrozbahiyan Newrozê werin ragirtin.
Firset Sofî diyar kiriye ku heta niha ti bûyereke vîrusa koronayê li sînorê parêzgeha Hewlêrê nehatiye tomar kirin û wan hemû rêkarên pêwîst pêk anîne û wiha gotiye: “Her wiha em dê rê nedin ti kesekî vê rewşê vegerînê bo berjewendiyên xwe yên bazirganî. Hikûmet jî dê li hemberî belavbûna vîrûsê pêngavên pêwîst pêk bîne.”
Sofî di heman demê de tekez kir ew hemû hemwelatiyên parêzgeha Hewlêrê piştrast dikin, dê li gel hemû dam û dezgehên din ên fermi û rêvebertiya giştî ya tenduristî, hemû rêkarên pêwîst ên xweparastinê bigrin ji bo ku ew bikarin tenduristiya giştî li bajarê xwe biparêzin.
Parêzgarê Hewlêrê herwiha destnîşan kir ku wan ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa koronayê hemû çalakî û pîrozbahiyên meha Adarê û cejna Newrozê hilweşandine.
Li Silêmaniyê jî bername hatine betalkirin
Li Silêmaniyê jî Heval Ebûbekir, Waliyê parêzgehê diyar kiriye ku ew ê destûr nedin geştiyar ji Kerkûk û Necefê werin Silêmaniyê.
Ebûbekirî her weha diyar kiriye ku wan hemû cure bername û firotina nargîleyan li cafeyan qedexe kiriye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh 25ê Sibatê hejmarek biryarên bo tedbîrên li hemberî vîrûsa koronayê wergirtibûn. (FD)
Çavkanî û Fotograf: Rûdaw