Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê hefteya borî ji ber ku bêhna wî çikiya ye li girtîgehê ji ser hişê xwe çûye. Lê digel ku hefteyek di ser vê rewşê de boriye, ew nebirine nexweşxaneyê. Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê û vir ve li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtî ye.
Daniş-Beştaş: Doktorê girtîgehê ew sewk kiriye
Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDPyê bi Evrim Kepeneka ji bianetê re axivî û got, ev zanyarî rast e û rewş bi gotina “tirsnak” şîrove kir.
Daniş-Beştaşê diyar kir ku “Digel doktorê girtîgehê ew sewkî nexweşnayê kiriye ew nebirine û ev tirsnak e.”
Aygul Demîrtaş xwişk û parêzera Demîrtaşî rewşa Selahattîn Demîrtaşî li ser hesabê xwe yê Twitterê par ve kiriye û tê de diyar kiriye ku di 26ê Çiriya Paşiyê de Demîrtaş nexweş ketiye:
“Tenê EKGya wî hatiye girtin”
“Di 26ê Çiriya Paşiyê roja sêşemê saet li derdora 05.30 deqîqeyan de miwekilê me û birayê min Selahattîn Demîrtaş ji ber ku nekarîbû bêhna xwe bide û bistîne ji ser hişê xwe çûye.
“Demeke dirêj di vê rewşê de maye û Birêz Abdullah Zeydan, hevalê wî yê hicreya wî midaxeya pêşiyê li hicreyî kiriye.
“Paşê bang li ambulansê kirine, tenê EKGya wî (şerîta dilê wî) hatiye kişandin. Li şûna ku miwekilê me bibin serwîsa nexweşiyên lezgîn, ji bo midaxele û dermankirineke berfireh şandine klînîkê.
“Midaxeleya li jiyana wî ye”
“Doktorê girtîgehê jî xwestiye Demîrtaşî bibin beşa kardiyolojî, norolojî û gastroenterolojiyê. Em jî bi rêveberiya girtîgehê re axivîn û me xwest ku demildest wî rakin nexweşxaneyê.
“Lê digel ku 7 roj di ser de boriye, Demîrtaş nebirine nexweşxaneyê. Digel rewşeke ewqas girîng neşandina wî ya nexweşxaneyê, aşkereye ku jiyana wî di bin xetereyê de ye.”
Li bendê ye ku wî bibin nexweşxaneyê
Aygul Demîrtaş, xwişk û parêzera Demîrtaşî ji bianetê re got:
“Herî dawî min roja înê ew dît û li wir haya min jê çêbû. Niha li ser hişê xwe ye. Ew jî li bendê ye ku wî bibin nexweşxaneyê. Me ji midûrê girtîgehê pirsî bê ka çima wî nabin. Ji me re got, “Divê şert û mercên nexweşxaneyê durist bikin û ji ber sedema ewlehiyê” wî nabin. Em jî li bendê ne. Em dixwazin demildest wî bibin nexweşxaneyê. Hîna ji Wezareta Dadê ti kes li me negeriyaye.”
Heyeta HDPyê wê biçe Edîrneyê
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî li ser navê HDPyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de bang li hikûmet û Wezareta Dadê kir ku demildest daxuyaniyekê bidin.
HDPyê daxwaz kir ku Demîrtaşî bibin nexweşxaneyeke dirûvpêketî û bê dermankirin. Her weha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Wekîlê wan ê Serokê Parlamentoyê û Wekîlên Serokê Koma wan wê biçin Edîrneyê.
(PT/FD)