Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (İSİG) rapora xwe ya meha Çiriya Pêşiyê aşkere kiriye.
Li gorî vê raporê di meha Çiriya Pêşiyê de herî hindik 155 karker mirine.
Di deh mehên sala 2019ê de 1477 karker di dema karî de mirine.
2 zarok mirine
İSİGê ji sedî 83yê zanyariyên xwe ji çapemeniya netewî û ya herêmî, ji sedî 17yê zanyariyan jî ji hevsakarên karkeran, malbat, pisporên ewlehiya karî, doktorên kargehan û sendîkayan wergirtiye.
Li gorî van zanyariyan;
* ji 155 kedkarên ku mirine, 124ê wan karker û karmend, 31ê wan jî cotkar û esnaf bûne.
* 7 jê jin, 148 jê mêr bûne. Her weha temenê yekî jê di bin 14an re du jê zarok, 8 jê jî penaber/koçber bûne.
* Jinên ku mirine, di çandiniyê, tekstîlê, buro, bazirganî û barkêşiyê de kar dikirin.
Herî zêde qezayên trafîk/serwîsê pêk hatine
* Karkerên ku mirine herî zêde di çandiniyê, avahîsaziyê, barkêşiyê, bazirganî/buroyê, şaredarî, metal, madenvanî, tekstîl, xida û xizmetguzariyê de kar dikirin.
Li gorî rapora Meclîsê di vê mehê de hejmara kesên ku di avahisaziyan de mirine kêm bûye. Sedema vê jî ne ku tedbîr hatine standin lê belê ji ber krîza aboriyê karkirin kêm bûye.
* Karker herî zêde ji ber kezayên trafîkê/serwîsê, ketina ji cihên bilind, eciqandin/hilweşandin, krîza dilî, tundkarî, girtina elektrîkê, jehrîbûn/fetisînê mirine.
Herî zêde li Stenbolê mirine
* Di meha Çiriya Pêşiyê de li 57 bajaran û 5 welatan karker di dema karkirinê de mirine.
Herî zêde li van bajaran karker mirine: Stenbol, Konya, Antalya, Bûrsa, Îzmir, Sakarya, Enqere, Denîzlî û Dîlok.
Tenê yek karker jî ne endamên sendîkayan bûne.
Karkerên ku mirine ev in:
İlhami Özdemir, Alican Kılıç, İsmail Akdeniz, Ümit Güleç, Muhammed Elali, Ertuğrul Yıldız, Erol Akçaoğlu, Ramazan Parlakdağ, Erdal Durdu, Ömer Şeker, Canpolat Kalkan, İsmet Balıkçı, Mustafa Erfidan, Mahsum Aksoy, Ayşe Şimşek, Fadıl Efruz, Faruk İbşirlio, Furkan Küçük, Hasan Hüseyin Koç, Töre Üst, U.E., Barış Bektaş, Ercan Çakır, Hayriye Altın, Yaşar Bağcı, Ahmet Bake, Yüksek Aksu, Cihan Güneş, Erol Özcan, Yılmaz Erbay, Serhat Eğel, Mükrem Uysal, Ramazan Bölek, Adil Akpınar, Zokır Vakhıdov, Yusuf Çekinmez, Soner Ardıç, Niyazi Karazeybek, Süleyman Kocaoğlu, Recep Tanrıkol, Mehmet Aydın, Ekrem Polat, Hayrettin Polat, Salih Kadim, Avni Evet, Sinan Arda Koç, Cevdet Tokbaş, Kadir (Kadri) Altundağ, Osmuxa Denis Petroviç, Vozonov Andrey Yevqeneviç, Bedrettin Yılmaz, Nizamettin Sevinç, Durdu Altın, Şuayip Akkoç, Hüseyin Çelik, İsmail Taşkın, H.G., Dursun Çelik, Ahmet Çakallı, Sinan Balk, Ali Gökyüz, Hamdi Demirkundak, Turgay Gültepe, İlhan Aksoy, Mehmet Arslan, Şehmus Doksal, Taner Akman, Harun Sarıçiçek, Ezrafil Bucak, Yunus Sancak, İbrahim Öztürk, Mustafa Dündar, Serkan Özcezarlı, Hakan Çetinkaya, Güler Gezer, Selahattin Damar, Ramazan Manay, Oktay Pala, Şakir Dönmez, İhsan Yeter, Uğur Y., Hamit Bagheri, Güngör Köleli, Ali Göçer, Orhan Avcı, Muhammed Melik Melikoğlu, Yalçın Şahiner, Arif Mercan, Ümit Şen, Cuma Damlar, Rıdvan Yüce, Mahmut Kadri Bilken, Sami Arslan, Muharrem Çimen, Engin Salık, Kaan Erol, Mustafa Yurdagülen, Emre Bayır, Hasan Avcı, Zafer Men, Ali D., Yücel Başpınar, Oğuz Kaya, Reşit Şahin, Sebahattin Karamahmut, Ömer Uçar, Habip Polatcanlı, Kerem Dolan, Osman Sezgin, Sadık Arıcı, Şahin Cinbek, Kudret Aytekin, Seyfi Öztürk, İsmail B., Ebubekir Çetin, Elvan Demir, Ümit Karayel, Reşit Özok, Mehmet Zorlu, Necip Güler, Miktad Çetinkaya, Abdullah Yaşar Barçın, Abdullah Sabah, Adile Bahçe, Hasan Koç, Cuma Aşkın, Ali Yazli, Mustafa Oskay, İmdat Türkan, Şevket Aydemir, Ahmet Özdoğan, Dede Yıldırım, Mehmet Devran, Yunus Yıldırım, Ahmet Güneş, Selahattin Bayhan, Recai Yavuz, Şirin Tosun, İlyas Biçer, Ahmet Aksoy, Mehmet Durmuş, Abdulhalim Suri, Ahmet Bolat, Orhan Sonsuz, Ömer Kara, Hüseyin Kısa, Mustafa Güner, İnsafil Ateş, Muharrem Sönmez, Mahmoud Almourad, Kazım Çetiner, Emine Keskin û sê karkerên ku navê wan nehatiye zanîn. (TP/FD)