Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor qanûna nû kesên ku derziyê li zaroyên xwe nexin wê hem nekarin biçin dibistanan û hem jî ceze bixwin.
Piştî li çend welatan mijara rexneyên li derzîkirine bû rojev gelek kesan nexwest zarokên xwe bi derzî bikin.
Li gor nûçeya DWê kesên ku derziya sorikê li xwe nexistibe wê nikaribe here dibastanan û 2500 euro ceza bide.
Wezîrê Tenduristîyê li ser Twitterê wiha gotiye:
“Em dixwazin vê nexweşiye ji holê rakin. Lê em çi dikin çi nakin dîsa jî em nikarin li ser %95î bikevin. Ji bo vê me ev qanûn pêşniyar kir û em hêvî dikin wê îsal biryar bihêt dayîn. Heger ev qanûn qebûl bibe wê piştî 1ê Adara 2020an tekevê meriyetê.”
Nerînên Cuda
Serokê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Andrea Nahles gotiye; "gavek erênî ye.”
Li aliyê din, wezîrê tenduristiya Saksonyayê, Carola Reimann rexneyên xwe kiriye û gotiye: “Derzîkirin ji aliyê hiqûqê ve mudaxeleya şexsî ye.”
Li gorî daneyên Enstîtuya Robert Kochê, rêjeya zarokên ku niha dihêtin derzîkirin %93 ye.
Rêxistina Tenduristiyê a Dinê (WHO) nîşan dide ku nexweşiya sorikê (li gorî sala çûyî) çaryeka 2019an %300 zêdetir hatiye dîtin.
Li Tirkiyeyê rewş çawa ye?
Li gor pisporan li Tirkiyeyê ji dema derzîbûne pêve zarok dikarin laşê xwe li hember 13 nexweşiyan biparêzin an jî bê zehmetî jê xelas bibin.
Her çiqas başiyên derzîbûne eşkerê jî bin, gelek kes li hember vî tiştî disekinin. Gelek kes bawer dikin ku di naveroka de derziye berên berazan hene an jî dibêjin dijminên me yên veşartî nexweşiyan dikin nav wî dermanî.
Li got TTBê di sala 2017an nexweşiyên sorikê zêde bûne. Van du salên dawîyê herî kêm 579 kesan ji ber sorikê serî li nexweşxaneyan dane.
(AÖ/MB/LK)
*Lezgîn Akanî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî.