Girtîya di greva birçîbûnê de: Min bi tenê nehêlin
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Buse girtiyeka trans e. Wê xwestiye laşê xwe li gor nasnameya xwe ya zayendî biguhere. Girtîgeha ew tê de rê nedaye vê yekê. Ji ber wê 35 roj in ku Buse di greva birçîbûnê de ye.
Buse li Girtîgeha Cûreyê Fyê ya Tekirdagê dimîne. Wê ji bo daxwazên wê pêk bên di Hezîrana 2018ê de jî dest bi greva birçîbûnê kiribû.
“Divê ... lê ne lez e”
Dadgehê biryar dabû ku “ji bo saxlemiya wê ya derûnî divê emelita tibî lê bê kirin.” Piştî biryara dadgehê wê dest ji grevê berdabû.
Dema parêzeran biryara fermî ya dadgehê dayî Wezareta Dadê, wezaretê bersiva “edalet mecbûr e bê pêkanîn lê ne bi lez e.”
Dîsa dest pê kiriye
Buseyê piştî vê bersiva wezaretê bi rêya parêzera xwe Eren Keskînê daye zanîn ku wê 31ê Kanûna Paşiyê dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Keskînê ji bianetê re got:
“Buse vîtamînên B12 û şekirî dixwe. Birêvebiriya girtîgehê jê re gotiye piştî şekirê di odeya wê de biqe ew ê şekirî nede wê.
“Buse li ser biryara xwe ciddî ye.
“Ew dixwaze demildest ji bo lihevhatina zayenda wê û laşê wê bê emeliyatkirin.”
(EMK/MB)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn
Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da