Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Meclîsa Saxlemîya Karkeran û Ewlehiya Karî(ISIG) li ser mirina jinên karker raporek amade kir. 580 jin di dema karkirinê de mirine. Ji 90ê zêdeyî wan jinan ne endamên sendîkayan bûne. 75 jinên mirîn bi awayekê nefermî dixebitîn.
Herî zêde jinên cotyar mirine. Ji sedî 55yê jinên karkerên mirîn di karên cotyarîyê de kar dikirin. Jinên li karkgehan kar dikin têne tacizkirin, mobîng li wan tê kirin. Ji ber vê yekê nexweşiyên depresyon û strezê herî zêde li jinan peyda dibe.
Bixwîne - İSİG: Meha Kanûna Paşiyê herî hindik 141 karker mirine
Li gor qanûnan karkerek divê di hefteyekê de ji 45 sietan zêdetir kar neke. Ji her sê jinan jinek di hefteyekê de ji 45 sietan zêdetir kar dikin.
Rêjeya jinên endamên sendîkayan ji rêjeya mêran kêmtir e.
Di sala 2017ê de 2006 karker di dema karkirinê de mirine, 116 ji wan karkeran jin bûne. Mêrekê li kargehekê heft jin kuştine.(TP/MB)