Fotograf: Kilîs / AA
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Şeş roket avêtin Kilîs û navçeya Reyhanli ya Kilîsê.
Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) ragihand ku 6 roket hatine avêtin û di encamê de herî hindik 11 kes birîndar bûne. Ajansa Anadolûyê (AA) jî diyar kir ku du roket li Kilîsê, 5 roket jî li Reyhanliyê ketine û li vî bajarê kesek miriye.
DHA û AAyê destnîşan kir ku roket ji Efrînê ji hêla “PYD/PKKyê” ve hatine avêtin.
Piştî ku Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) dest bi operasyona li ser Efrînê kirin, ji 21ê Kanûna Paşiyê û vir ve pênc roket avêtine Kilîs û Reyhanliyê, di encamê de herî kêm 65 kes birîndar bûne.
Duh jî du roket avêtibûn Kilîsê
* Fotograf: Can Erok / Kilis / DHA
Duh saet pênc û nîvê şevê du roket avêtin Kilîsê ku yek jê li restoranteke li Taxa Cûmhûriyetê ketibû. Ya din jî li Kolana Ortaokûlê ya Taxa Polatpaşayê ketibû.
Waliyê Kilîsê Mehmet Tekînarslanî aşkere kir ku li malê yek, li restorantê jî 4 kes birîndar bûne. (BK/FD)