Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Akademisyen Nûriye Gulmen a ku 269 roj in di greva birçûbûnê de ye derket pêşberî dadgehê. Dadgehê ceza da Gulmenê û ew tehliye kir. Nûriye Gulmen roja înê (01 Kanûna Pêşiyê ya 2017yê) saetên êvarê ji qawîşa girtiya ya Nexweşxaneya Nûmûneye hat derxistin û li Enqereyê ew bi ambulansê birin mala ku Semîh Ozakçayî lê dimîne.
Cemîle Gulmen dêya Nûriye Gulmenê got ku piştî wan agahiya tehliyekirinê standine gelekê bextewar bûne û wiha berdewam kir, “Ji ber ku em gihaştin keça xwe gelekî kêfxweş in. Înşallah em dixwazin wê birçîbûna wê jî biqede. Em derbarê greva birçîbûnê de tiştek neaxivîn lê heta ku venegere ser karê xwe dest jê bernade. Me ew nêzîktir nedît lê niha lawaz e û jihalketî ye”.
Roja înê li 19emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê doz bi rê ve çûbû û dadgehê biryar girtibû ku Nûriye Gulmen ji ber “endamtiya rêxistinê” 5 sal cezayê girtinê bistîne û ew ceza di çarçoveya yasayê de bibe 7 sal û nîv û dakeve 6 sal û 3 mehan lê Gulmen tahliye bibe.
Dersdêrên ji kar hatibûn avêtin Semîh Ozakça û Acûn Kadaragê jî beraet kirin ku di greva birçîbûnê de ne.
Çi bûbû?
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Semîh Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin.
Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin.
Semîh Ozakça, li navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin.
Gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir.
Di 23yê Gulanê de hatin girtin. Ji 28ê Tîrmehê û pê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê dihatin girtin.
Di 202emîn roja greva birçîbûnê de (26ê Îlonê) Gulmen ji girtîgehê birin Nexweşxaneya Nûmûneyê.
Semîh Ozakça di daneşîna sêyemîn de hat tehliyekirin.(AS/FD)
* Wêne: Semih Ozakça, sendika.org / Ankara