Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Şaxê Enqereyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn tespît kirine weke rapor aşkere kirin.
Rapor di encama lêkolînên di navbera Kanûna Paşiyê ya 2017yê û Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de hatine kirin de derketiye holê. Li gorî raporê binpêkirina mafan bi Rewşa Awarte re gihiştiye asta herî bilind.
Ji bo rapora ku ji 12 rûpelan pêk hatiye, li girtîgehên Afyon, Amasya, Bolû, Çankiri, Çorûm, Çorûm-Iskîlîp, Eksîşehîr, Karabuk, Kayserî, Kirikkale, Sîncan girtîgeha jinan, Sîncan girtîgeha zarokan û Tokatê bi girtiyan re axivî ne.
Her wiha di raporê de serîlêdanên ji bo İHDyê, nirxandinên di encama hevdîtinên parêzer û girtiyan de derketine holê û nameyên girtiyan jî hatin bicîkirin.
Li gorî daneyan rewşa girtîgehan
Di raporê de li gorî daneyên fermî heta Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de di girtîgehan de 229 hezar û 790 girtî û mehkûm hebûne. Kapasîteya giştî ya girtîgehan 207 hezar û 339 e.
Li gorî vê encamê 22 hezar û 451 kes zêdeyî kapasîteyê di girtîgehan de dimînin.
Di navbera 2012 û 2017yê de hejmara girtiyan 93 hezar û 760 kes zêde bûye.
Di raporê di hin mafên ku hatine binpêkirin ev in:
* Bi awayekî tazî li ser girtiyan digerin,
* Muayeneya kelepçekirî,
* Nedana pirtûk û kovaran,
* Li gorî şêweya leşkerî hejmartin,
* Qedexeya di rengên cilûbergan de,
* Nedana name û postayên din,
* Nedana raporên tenduristiyê û encamên tehlîla,
* Astengkirina şopandina weşanên di televizyonê û kovaran de yên ku tên xwestin. (AS/FD)