Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li navçeya Aliğa ya Îzmîrê li Parzîngeha Tüpraşê tepîn pêk hat. Di encamê de 4 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Qaymeqamê Aliağayê Bayram Yilmazî aşkere kir û got di wê tanka naftê de teqîn pêk hatiye ku demeke dirêje nedihat bikar anîn û kontrolên wê yên dawiyê dihatin kirin.
Yilmazî got, “6 karkerên mi di nava tankê de kar dikirin. 2 birîndar, mixabin 4 jê jî mirin. Li ciyê bûyerê dermankirina birîndaran tê kirin. Ekîbên me yên dermankirinê mudaxeleyê dikin. Em dizanin ku rewşa wan niha baş e. Pisporên TÜPRAŞê bi xwe mudaxeleyê dikin. Rewşa dawî wiha ye.”
Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) ragihand ku teqîn saet 09.25ê di dema paqijî û qeynaxê de pêk hatiye.
17yê Tebaxa 1999ê di dema erdhejê de, li Parzîngeha Tüpraşê ya Îzmîrê agirekî mezin derketibû û piştî sê rojan hatibû vemirandin. Dîsa di Tîrmeha 2015yê de li parzîngeha Tüpraş a Aliağayê û di Sibata 2016yê de li parzîngeha Tüpraşê ya Kocaeliyê agir derketibû. Di encamê de kes nemiribûn.
Sala 2017yê 1485 karker mirine
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Karî, di Îlona 2017yê de herî kêm 147 karker mirine. Di 9 mehên 2017yê de jî hezar û 485 karker mirine. (ÇT/FD)